Di çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê yên nû de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 2 leşkerên din ên Tirk ên dagirker hatin kuştin, mobesseyek jî hate îmhakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:
Herêma Şehîd Delîl li Rojavayê Zê (Zapê)
20'ê Tebaxê saet di 11:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî kamerayeke mobesse ya dagirkeran bi sekvaniyê hate îmhakirin. Hêzên me yên YJA Starê ev çalakî kir.
20'ê Tebaxê saet di 14:10'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li çepereke dagirkeran hate xistin.
20'ê Tebaxê saet di 15:00´an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin gava ku wan hewl dida bikevin çeperî. Di encamê de hewldanên dagirkeran bi dawî bûn. Hêzên me yên YJA Starê ev çalakî kir.
20'ê Tebaxê saet di 16:00´an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê dagirkerek hate cezakirin. Hêzên me yên YJA Starê ev çalakî kir.
20'ê Tebaxê saet di navbera 20:40 û 22:00´yan de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 6 caran dest werda helîkopterên Skorsky ên hewl didan hêzên xwe li qadê daynin.
21'ê Tebaxê saet di 01:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi eçkên giran li dagirkeran hate xistin, gava ku wan hewl dida li qadê bikevin çeperî. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin. Hêzên me yên YJA Starê ev çalakî kir û piştî çalakiyê hewldana dagirkeran bi dawî bû.
Êrişên artêşa Tirk a dagirker
20'ê Tebaxê li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 5 caran û Girê Bahar jî carekê bi giştî 6 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Herêma Metînayê bi topan hatin bombekirin.
BEHDÎNAN