Li Girê Amediyê hatin veşartin 

Şemî 19 Mijdar 2022 - 00:56

  • Gerîlayên Kurdistanê di çalakiyên vê dawiyê de 9 leşkerên Tirk ên dagirker li Metînayê kuştin. Gerîlayan wekî din li Girê Amediyê jî bi çalakiyekê 14 dagirker kuştin.

HPG doh da zanîn ku hêzên wê 9 dagirkerên din kuştine û 2 çeper îmha kirine. Li aliyê din doh piştî nîvrojê çavkaniyên ji nava HPG´ê dan zanîn ku li Girê Amediyê gerîlayên Kurdistanê 14 dagirker kuştine.  

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê doh got, “Berxwedana bi rûmet a gerîlayên Azadiya Kurdistanê li dijî êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker dewam dikin. Hêzên me yên bi pêşengiya tîmên me yên gerok, derbên giran li dagirkeran dixin.

Di encama çalakiyên hêzên me de; 9 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker jî birîndar bûn. Di heman demê de 2 çeper û 2 konên leşkerî hatin îmhakirin. Artêşa Tirk a dagirker bi dehan caran Qadên Berxwedanê bi obus, tank, hawan û çekên giran bombebaran kir.”

HPG´ê li ser çalakiyên gerîlayan kite bi kite ev agahî dan:

 

Li Metînayê

17’ê Mijdarê saet 08:15’an li herêma Tirwaniş a Metînayê li Girê Şehîd Elî li dijî dagirkeran, tîmên me yên gerok çalakiyeke bi vedizînê kir. Ev dagirkerên ku bi armanca dagirkirina Girê Sor xebatên çêkirina rê dikirin, bi çalakiyeke koordînekirî ya gerîla ji her du milan ve hatin gulebarankirin. Milê yekem ê çalakiyê bi bombeyên destan û çekên ferdî ji nêz ve li 2 konan xist. Di van çalakiyan de 4 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker ku 1 jê rayedar bû, birîndar bûn, û 2 kon hatin rûxandin. Milê çalakiyê yê duyemîn; bi awayekî bi bandor li 2 çeperên ku 4 dagirker tê bûn, xistin. Li vir 4 dagirker hatin cezakirin û 2 çeper jî hatin rûxandin. Her wiha hêzên me li qadê bi çekên ferdî li dagirkeran dan, di encamê de dagirkerek hate cezakirin û dagirkerek jî birîndar bû.

Di vê çalakiyê de 9 dagirker hatin cezakirin û 3 dagirker jî birîndar bûn. Di heman demê de 2 çeper û 2 konên leşkerî hatin îmhakirin.

 

Li Zê (Zapê)

17’ê Mijdarê saet 15:10’an li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil a Çemçoyê tîmên me yên gerok bi çekên giran li dagirkeran dan.

 

Girê Amediyê bû goristana dagirkeran

Li aliyê din doh çavkaniyên ji nava HPG´ê ji ajansa nûçeyan a Firatê (ANF) re ragihandin ku hêzên wan li Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê li dagirkeran daye û di vê derbê de 14 leşkerên Tirk ên dagirker hatine kuştin.

Çavkaniyên HPG’ê diyar kirine ku li Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê gerîlayan çalakiyeke bi bandor kiriye. Di vê çalakiyê de 14 leşkerên Tirk ên dagirker jî hatine kuştin.

Heta kêliya nûçeya me dihat amadekirin jî Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG´ê daxuyaniyeke fermî li ser çalakiyê nedabû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.