Li Geverê dagirker bûn hedef

Duşem 18 Adar 2024 - 00:54

Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr ragihand ku li du deverên cuda yên navçeya Gever a Colemêrgê çalakî kirine û di encamê de 2 polêsên Tirk û çawişekî pispor birîndar bûne. Di daxuyaniyê de hate gotin:"Yekîneyên me ji 2 baskan bi ser mala çawişekî pispor ê artêşa Tirk a dagirker de girtin. Di çalakiyê de bi teqemenî û çekên ferdî xanî bi temamî hate şewitandin û çawişê pispor birîndar bû. Piştî çalakiyê polêsên dagirker taxa me dorpêç kirin û dest bi êrişê kirin. Tîmên me yên li hemberî êrişê amade bûn, bi tundî bersiv dan polêsên dagirker. Di encamê de derbeke giran li wesayiteke zirxî ya bi tîpa Akrep hate xistin. Di çalakiyê de 2 polêsên di hundirê wesayita zirxî de birîndar bûn." Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dîmenên çalakiyê wê piştre bêne parvekirin û hate gotin:"Divê neyê jibîrkirin ku dagirker û yên bi wan re tevdigerin di hedefa me de ne."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.