Li Germiyanê di panela “Em ê bi yekîtî û têkoşînê dagirkeriyê têk bibin” de dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdstanê hate nîqaşkirin. Panel pêr ji aliyê Eniya Niştimanî ya Dijî Dagirkeriyê ve li Salona London EYE a navçeya Kelar a Îdareya Germiyanê hate lidarxistin.

Destpêkê, çalakvanê siyasî Herêm Mehmûd axivî. Herêm Mehmûd got dagirkerî pirralî ye û wiha peyivî: “Ji derveyî aliyê leşkerî, gelek aliyên din dihewîne. Êrişên ku dewleta Tirk li ser Kurdistanê pêk tîne, mînaka herî berdest ji bo dagirkeriyê ye. Em ji bo têkbirina hemî aliyên dagirkeriyê têdikoşin”.

‘Tirkiye sûcê şer dike’

Parêzer Kawe Letîf jî mijara dagirkeriyê ji aliyê yasa ve nirxand û got, "Pêkanîn û êrişên dagirkariya dewleta Tirk ên wekî alîkariya çeteyên DAIŞ’ê, êrişên li dijî referanduma Başûr û dagirkirina Efrînê tawanên şer in û li gorî tu yasayeke navnetewî û şer nayên qebûlkirin. Li ser van tawanan pêkan e ku dewleta Tirk û Erdoqan wekî tewankar û dîktator werin dadgehkirin”.

Ragihandin lawaz e

Çavdêrê siyasî Piştîwan Heme Seyîd jî li ser helwêsta çapemeniya Başûr a di warê dagirkeriyê de axivî: “Li Başûrê Kurdistanê du nêzîkahiyên ragihandinê tên dîtin. Yek ji wan xizmeta dagirkeriyê dike û itibarê dide dagirkeriyê. Hin partiyên Kurdistanê di nava ragihandinên xwe de vê nêzîkahiyê nîşan didin. Nêzîkahiya duyemîn jî dagirkeriyê red dike, lê ev deng jî dengekî lawaz û şermok e. Ev nêzîkahiya şermok jî cesaret nade helwêstên ku welatiyên Kurd nîşan didin, û ev yek rê ji bo dagirkeriyê xweş dike”.

Tirkiyê xweza wêran kir

Di dawiya panelê de Jîngehparêz Azad Mehmed li ser dagirkerî û xwezayê got, “Dagirkeriyên dewleta Tirk bûne sedema jinavbirina xwezaya Kurdistanê. Bi jêkirina darên me, qirêjkirina avê û şewitandina axa me, yan jî bi bikaranîna avê wekî karteke siyasî, hewla pêkanîna armanca xwe dide. Li gorî amaran bêhtirî nîvê xwezaya Herêma Kurdistanê di encama bombaran û êrişên Tirkiye de, ji nav çûye, ev yek jî dikeve çarçoveya wêrankarina jîngeyî û binpêkirina qanûnên navneteweyî.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ