Li Germiyan û Helebce boykoto xwendevanan

Çarşem 9 Mijdar 2022 - 02:59

Xwendevanên zanîngeha Germiyan ya li Kelarê bi çalakiyê daxwaza dayîna xerca mehane kirin. Xwendevanan diyarkirin ku ger xerca mehane neyê dayîn, ewê xwendinê boykot bikin.

Li ber derê zanîngeha Germiyan ya li navçeya Kelarê a navenda Îdareya Germiyanê, danê siharê dijî bêdengiya hikumet û Wezareta Xwendina Bilind ya li ser dayîna xerca xwendevanan, çalakiyek nerazîbûnê hate lidarxistin.

Bi dehan xwendevan li ber derê zanîngehê kombûn û dijî nedana xerca xwendevanan nerazîbûna xwe anîn ziman. Xwendevanê bi navê Mihemed Osman ku tevlî çalakiyê bû, axivî û da zanîn ku carek din ew daxwaza mafê xwe dikin, ji ber beriya heftiyekê wana daxwazên xwe radestî aliyên peywendîdar kirin, lê bêdeng mane. Osman da zanîn ku ji bo vê jî wana çalakî lidarxistine û heya daxwaza wan pêkneyê, ewê holên xwendinê boykot bikin.

 

2 meh in xerca mehane negirtine

Xwendevana bi navê Peyman Îbrahîm jî li ser heman mijarê dibêje; “Ev du mehe me xerca mehane wernegirtiye, em daxwaza mafê xwe dikîn, lê mixabin heya niha kesê guh nedaye me. Ji bo vê mafê me heye em bi van çalakiyan daxwaza mafê xwe bikin.” 

 

Li Helebceyê jî boykot heye

Xwendevanên zanîngeha Peymangehê ya Teknîkî a Helebceyê jî dijî nedana xerca mehane, neçûn zanîngehan û boykot kirin. Xwendevanan ragihandin ku heya daxwaza wan pêkneyê, ewê boykota xwe ya xwendinê dewam bikin.

Piştî xwendevanên zanîngeha Germiyan, xwendevanên Peymangeha Teknîkî a Helebceyê jî dijî nedana xerca mehane xwendinê boykot kirin û daxwaza dayîna xerca mehane kirin. Danê siharê xwendevanên Peymangeha Teknîkî yên Helebceyê li ber derê zanîngehê çalakiyek lidarxistin.

 

Bersiv nedin dê boykot dewam bike

Xwendevana bi navê Riwêya Rizgar derbarê çalakiyê de axivî. Riwêya da zanîn ku heya bersiva daxwaza wan were dayîn, ewê çalakiya xwe dewam bikin û got; “Em dixwazin xerca mehane bibe yasa û ne ji aliyê hizban ve were dayîn. Ji ber ku ev xerca mehane sudek mezin dide xwendevanan, ji ber ku rewşa jiyanê ya pirraniya xwendevanan ne baş e.” Xwendevanê bi navê Serbest Osman jî li ser heman mijarê axivî û got; “Em dixwazin ev xerca mehane bi be fermî û bibe yasa ku mafek me yê rewa ye. Ger bersiva me neyê dayîn emê boykota xwe dewam bikin.”

Hêjayî gotinê ye xerca mehane ya xwendevanên zanîngeh û peymangehan ji sala 2014’an ve hatiye rawestandin, sala borî ji ber xwepêşandanan hikumetê çend mehan xerca xwendevanan belav kir. Lê bi destpêkirina xwendina îsal re, xerca xwendevanan hatiye rawestandin û daxwaza sereke ya xwendevanan jî dayîna xerca mehane ye.

 

ROJNEWS/GERMIYAN-HELEBCE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.