Li gelê Kurd pîroz be

Nûçeyên Çand/Huner

În 11 Îlon 2020 - 05:00

YPG’ê salvegera damezirandina Radyo Rojava û kovara Parêzvanên Rojava pîroz kir. Wê got, “Em di şexsê şehîd Heqî Bagok ê damezirînerê Radyo Rojava û kedkarê kovara Parêzvanên Rojava de, tevahiya şehîdên xeta çapemeniya azad, şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê bi bîr tînin.”
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê ev daxuyaniyê bi boneya salvegera damezirandina Radyo Rojava û kovara Parêzvanên Rojava weşand. Wê got, “Radyoya Dengê Rojava, 4 salan bê navber bû dengê şoreşa Rojava, lehengiya şervanên azadiyê ji gel re ragihand û di xeta çapemeniya azad de bi israr ala heqîqetê hilda. Bi pêşengiya fermandarê nemir şehîd Herekol (Husên Çawîş) û şehîd Heqî Bagok gaveke girîng hat avêtin, damezirandina kovara Parêzvanên Rojava di 10 Îlona 2015’an de bû.
Di 25’ê Nîsana 2017’an de ev çavsoriya faşîzma Tirk careke din xwe li Qereçoxê dabû der. Êrişa hovane armanc dikir ku çapemeniya azad bê deng bike, raya giştî ji agahiyên pêşketinên şoreşê bêpar bihêle û dengê şoreşa Rojava sar bike. Ruxmê vê jî Radyoa Dengê Rojava û kovara Parêzvanên Rojava xebatên xwe domandin.
Em di şexsê şehîd Heqî Bagok ê damezirînerê Radyo Rojava û kedkarê kovara Parêzvanên Rojava de, tevahiya şehîdên xeta çapemeniya azad, şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê bi bîr tînin. Vê rojê em di serî de li Rêber Apo, li gelê xwe yê welatparêz, li şehîdên şoreşê û li şehîdên çapemeniya azad pîroz dikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.