Di navbeyna 15-22’yê Hezîranê de bi çarçoweya ‘’Li gel Abdullah Ocalan Rojên Diyalogê’’ bi kêmanî li 15 welatan dijî tecrîda li Imraliyê wê bername werin danîn. Bi çarçoweya bernameyan wê pirtûk werin nasandin, standên agahdarkirinê werin danîn, her wiha bernameyên weke şanoyê, xwendina nivîsên ji girtîgehê, çalakiyên hunerî, mîtîng, weşanên radyoyê û hwd. bi kêmanî li 40 bajarî werin danîn.

Li 6 bajarên Swêdê di navbeyna 17-22’yê Hezîranê gotarên Rêber Ocalan di pirtûkekê de ya bi navê ‘’Demokratîk Modernîte’’ de bêne weşandin û ev pirtûk li hemû bernameyên li Swêdê were nasandin. Li Fînlandiyayê, Tora Piştevaniyê ya Kurdistanê ya Helsînkî wê derbarê pergala Imraliyê û Ocalan civînan li dar bixe. Di cîvînên Helsînkî (16’ê Hezîranê) û Turkuayê de (19’ê Hezîranê) wê Parêzer Rengîn Ergul û nûnerê Akademiya Modernîteya Demokratîk hazir be.

Bernameyên li Elmanya

Li Elmanyayê 20’ê Hezîranê li Berlînê, 16’ê Hezîranê li Stûttgartê, 18-20’ê Hezîranê li Hannoverê wê çalakiyên xwendinê û agahdarkirinê bêne kirin.

15’ê Hezîranê li Spanya Gîronayê wê serxwebûn, demokrasi û neteweya demokratîk were nîqaşkirin.

Konfederaliya Demokratîk were nîqaşkirin

17’ê Hezîranê li Lleîdayê jî metna şanoyê ya bi navê ‘’3 jiyanên Abdullah Ocalan’’ ji alî Komîteya Piştevaniyê ya Kurdistanê ve were xwnedin û derheqê paradîgmayê nîqaşa aşkere bê kirin. 19’ê Hezîranê li Valencîayê ji bo Katalanan wê pêşniyaza neteweya demokratîk û nêzîkatiya konfederalî û 22’yê Hezîranê jî li Barcelonayê Şerê Cîhanê yê 3’yan û Avakirina Konfederaliya Demokratîk were nîqaşkirin.

Li gelek welatan bername

Her wiha li paytexta Kolombiya Bogotayê jî wê atolyeya hunerê were danîn, li paytexta Yewnan Atînayê jî 20’ê Hezîranê bi daxwaza ji Ocalan re azadî wê ber bi Sefareta Tirk ve meşek were kirin û 19’ê Hezîranê jî panêlek were lidarxistin.

Her wiha li Fransa, Italya, Belçîka, Qibris, Ewûstûrya, Skoçya, Swîsre, Polonya û Kenyayê rewş û ramanên Ocalan were nîqaşkirin.

Banga tevlêbûnê

Komîteya Kampanyaya Ji Ocalan re Azadî têkilî çalakiyê daxuyanî da. Komîteyê got,’’Em Komîteya Kampanyaya Ji Ocalan re Azadî, dijî tecrîda li Imraliyê bang dikin tevlêbûna li rojên çalakiyê yên global ‘’Li gel Ocalan Diyalogê’’ bibin û ramanên Ocalan berbelav bikin. Em bang li rewşenbîr, ramangerên azad, zanyaran, karker, aktîvîst, hunermend, sendîkavan, tevgerên civakî, siyasetmedaran dikin ku çalakiyên resen li dar bixin.

Bernameyên xwe bi fikrên Ocalan re di nav diyalogê de li dar bixin.’’

NAVENDA NÛÇEYAN