Li Garê pîrozbahiya bi heybet

Çarşem 29 Mijdar 2023 - 00:20

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Qada Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê 45’emîn salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi merasîmeke bi heybet pîroz kirin.

Di merasîmê de ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin û piştre yek ji Fermandarên HPG'ê Rojhat Mûş axaftinek kir. Mûş bibîr xist ku îro 45’emîn salvegera PKK’ê ye û got:“Em vê rojê li Rêber Abdullah Ocalan ku di encama kedeke mezin de PKK ava kir û mîmarê PKK’ê ye, pîroz dikin. Di şexsê Hakî Karer de hemû şehîdên ku di avakirina PKK'ê de kedeke mezin dan, salvegera damezirandina PKK'ê li şehîdan pîroz dikin. Salvegera damezrandina PKK'ê li gelê me yê bi PKK'ê re rabû ser piyan û heta roja îro li ber xwe dide, li dayikên şehîd û gerîlayan pîroz dikin."

Fermandarê HPG'ê Mûş anî ziman ku PKK'ê heta niha li dijî siyaseta înkar û tunekirinê têkoşîneke bênavber û bêeman meşand û destnîşan kir ku bi îrade û sekna roja destpêkê gihîştiye vê astê. Mûş got, "PKK nasname, hêvî û îradeya gelêw Kurd e. Weke Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê eger em li çiyayên Kurdistanê şerekî mezin bi rengekî fedaî dimeşînin, ev yek bi saya şehîdên me ye. Eger hevrê Rojhat, Erdal li navenda Enqereyê çalakiyeke mezin dikin, ev yek bi saya ruhê ku Rêber Apo daye PKK'ê ye. Weke gerîlayên HPG û YJA Starê em careke din soz didin ku PKK wê her tim hebe, ala PKK'ê wê ti carî neyê xwarê." Pîrozbahiya gerîla bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bi can bi xwîn em te re ne ey Serok", "Bê Serok jiyan nabe", "Jin, Jiyan, Azadî" û "Bijî Partiya Karkerên Kurdistan" bi dawî bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.