Li Fransa 6 kes hatin destgîrkirin
Çarşem 24 Nîsan 2024 - 00:47
Piştî ku li Belçîkayê polîsan avêtin ser qenalên televîzyonê yên Stêrk TV û Medya Haber TV, li Fransayê jî 6 endamên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Drancy hatin destgîrkirin.
Li gorî agahiyan, li banliyoya Drancy a herêma Parîsê saet di 06:00 de polîsên Fransî bi ser malên endamên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk de girtin. Dema ku polîsan bi ser malan de girtin malên Kurdan hatin talankirin û 6 Kurd hatin destgîrkirin.
Ev serdegirtin di heman demê de pêk hat ku li Belçîkayê serdegirtin li saziyên medyayê yên Kurd hate kirin.
Hêjayî gotinê ye Fransayê hefteyên derbasbûyî 3 penaberên Kurd bi rengekî îllegal radestî Tirkiyeyê kiribû û bûbû sedem ku bêne girtin.
NAVENDA NÛÇEYAN