Li Fête de L’Humanité piştgiriya Kurdan

Duşem 1 Kanûn 2025 - 10:48

Li bajarê Lanester ê Fransayê, di çalakiya Fête de L’Humanité Bretagne de ku her sal ji aliyê Partiya Komunist a Fransayê (PCF) ve tê lidarxistin, siyasetmedarên Fransî bi peyamên xwe piştgirî dan gelê Kurd. Di çalakiyê de gelek saziyan standa xwe danîn û Kurdistaniyên li Lorientê jî standek danîn. Li standê pankartên li ser daxwaza azadiya Rêber Apo û şervanên enternasyonalîst ên li Rojava şehîd bûn hate daliqandin.

Bi taybetî şervanê Fransî yê bi eslê xwe Bretonê Kendal Breizh (Olivier Le Clainche) hate bîranîn ku 10'ê Sibata 2018'an li Efrînê şehîd bû û ji beşdaran re qala têkoşîna enternasyonalîstan hate kirin. Her wiha li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo jî agahî hate dayin.

Parlamenterê NFP-Ekolojîst Damien Girard ê ji Herêma Hilbijartinê ya 5'emîn a Morbihanê serdana standê kir û piştgirî da gelê Kurd û got:’’Weke parlamenterek ji herêma Bretagneyê rewşa gelê Kurd ji nêz ve dişopînim. Bêsebir li bendê me ku Birêz Ocalan bê berdan û gelê Kurd çarenûsa xwe diyar bike. Ji bo vê jî em hewl didin ku li welatê xwe berprisyariya xwe bi cih bînin." Alîkara Serokê Konseya Herêma Bretagne ya PCF'ê Depphine Alexandre jî destnîşan kir ku mafê diyarkirina çarenûsa xwe mafê bingehîn ê gelan e û got:"Em mafên gelê Kurd diparêzin û dixwazin girtiyên siyasî tavilê bêne berdan."

Sekreterê Lorientê yê PCF'ê Dr. Boris Campos jî bal kişand ser pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê û got:"Serokkomar Erdogan soz da ku bi PKK'ê re pêvajoya aştiyê bide destpêkirin. Di vê pêvajoyê de berdana girtiyên siyasî divê şertê destpêkê be. Li Rojava agirbest pêk were û komên çekdar hemû bêne kontrolkirin. Aştiya li Tirkiyeyê bi aştiya li Rojava ve girêdayî ye." Endamê Meclîsa Herêmê ya Yekîtiya Demokratîk a Bretagneyê Gael Birand jî destnîşan kir ku ew bêşert piştgiriyê didin têkoşîna naskirin û azadiyê ya gelê Kurd û got:’’Dagirkeriya dewleta Tirk a li ser herêmên Kurdan ên li Rojava divê bê bidawîkirin û hurmet ji xaka Kurdan re bê nîşandan." Di çalakiyê de konferans jî hatin lidarxistin û polîtîkaya Îsraîlê ya li hemberî Fîlîstînê hate rexnekirin.

Fête de L’Humanité Bretagne bi fîlm, konser û çalakiyên din bidawî bû.

ANF/LANESTER

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.