Di festîvala “Tour de Lorraine” de bi sernavê 'Di sala 100'î de Peymana Lozanê û Kurd' û 'Şoreşa Rojava, Jin jiyan azadî' du panel hatin lidarxistin. Hunermendê Kurdistanî Tûncay Akbaba jî hunerê xwe nîşan da.
Festîvala Tour de Lorraine, 20'ê Nîsanê dest pê kir û heta 30'ê Nîsanê jî wê bi çalakiyên cihêreng ên hunerî, çandî û polîtîk dewam bike. Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Bernê jî beşdarî festîvalê bû.
Di çarçoveya festîvalê de li ser Peymana Lozanê ya ku sed salên xwe temam dike û Kurdistan pê hatiye çarparçekirin, panelek hate lidarxistin.
Endama Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) Ozen Aytaç gotara xwe di panelê de pêşkêş kir û ew ê nehêlin ev dagirkeriya li ser Kurdistanê 100 salên din jî dewam bike. Wê bal bire ser têkoşîna 40 salên dawî ya gelê Kurd a li dijî dagirkeriyê.
Panela Şoreşa Rojava
Paneleke din a festîvalê jî li ser Şoreşa Rojava û raperîna 'Jin jiyan azadî' ya li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bû.
Pêşkêşiya vê panelê jî ji aliyê endama Tevgera Jinên Kurd a li Ewrûpayê (TJK-E) Asmîn Engîn ve hate kirin. Di panelê de bal behsa têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, têkoşîna azadiyê ya jinê û Şoreşa Rojava hat kirin.
Asmîn Engîn got, "Li Rojava rêxistinbûna jinê li ser bingehê Konfederalîzma Demokratîk pêk hat. Li ser vî bingehî akademiyên jinê, Tevgera Kongra Star, Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ava bûn."
Asmîn Engîn di dewamê de got, "Li ser bingehê Konfederalîzma Demokratîk, têgihiştina 'Jin jiyan azadî' bi feraseta 'jin azad nebe civak azad nabe' hate afirandin. Ev dirûşma ku îro li Rojhilatê Kurdistanê, Îranê û Rojhilata Navîn deng vedide bi Konfederalîzma Demokratîk veguheriye felsefeyeke jiyanê. Afirînerê vê felsefeyê jî Abdullah Ocalan e."
Di dawiyê de beşdaran ji bo piştgiriya bi raperîna jinê ya li Îranê porê xwe birrîn.
ANF/BERN