• Festîvala Filman a Stenbolê ya 41’ê bernameya xwe ya îsal eşkere kir.

Festîvala Filman a Stenbolê ya 41’ê bernameya xwe ya îsal eşkere kir. Di festîvala di navbera 8 û 19 Nîsanê de 4 filmên Kurdî jî hene.

Di bernameya festîvalê de filma metrajdirêj ya Behman Qubadî “Çar Dîwar”, filma metrajdirêj ya Ali Kemal Çinar “Beriya Şevê” û filma derhêner Şewkat Emîn Korkî ya bi navê “Ezmûn” dê werin nîşandan. 

Her wiha kurtefilma derhênerê Kurd Serhat Karaaslan ya bi navê “Sûcdar” jî dê di beşa “Cinemania” de were nîşandan.

NAVENDA NÛÇEYAN