- Bi dirûşmeya ''Bi tîpên xwe em ê bi ser kevin'', Komîteya Çandê ya Kantona Girê Spî, şevbihêrkeke helbestan li Eyn Îsayê li dar xist.
Bi dirûşmeya ''Bi tîpên xwe em ê bi ser kevin'', Komîteya Çandê ya Kantona Girê Spî, şevbihêrkeke helbestan li Eyn Îsayê li dar xist.
Di şevbihêrka li hola civînan a navçeyê de bi dehan xelk û hezkerên çand û helbestan beşdar bûn.
Di şevbihêrkê de helbestvan Mihemed Neîmî, Can Îbrahîm, Ayid Lafî û Mejdolîn Yûsif helbestên bi Erebî û Kurdî xwendin.
Helbest li ser mijarên cûda yên berxwedan û girêdana bi xakê ve bûn.
ANHA/EYN ÎSA