Li Ewrûpa bênavber çalakî

În 18 Cotmeh 2024 - 03:05

Kurd û dostên xwe, li Ewrûpayê bi pêşengiya jin û ciwanan, li dijî sîstema qirkirin û êşkenceyê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan bê navber di nava çalakiyan de ne.

PARÎS

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li banliyoya Grigny ya paytexta Fransa Parîsê derbarê pergala qirkirin û êşkenceyê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û Komploya Navneteweyî de stand vekirin. Di standa ku li qada Sainte-Genevieve hat vekirin de pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan û pirtûkçeyên bi zimanê Fransî li ser paradîgmaya wî ya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê cih girtin. Ciwanan danezanên derbarê tecrîd û komployê de û afîşên konsera "Ji Rêber Apo re azadî" li kesên derdor belav kirin.

STRASBOURG

Li Strasbourgê di çarçoveya kampanyaya “Tirêjên Rojê” de bi pêşengiya Komuna Jinê ya Zînê û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM) çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de alên Rêber Abdullah Ocalan, PKK’ê û dowîzên balê dikêşe bi ser pergala tecrîda Îmraliyê hate hildan. Di çalakiyê de Berdevka Komuna Jinê ya Zînê Rojna Çewlîg got:“Pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ wê bigihêje serkeftinê.” Hevserokê DKTM’ê Sîdar Amedî jî got:’’Gelê Kurd ê li Ewropayê li ser piyane û çalakiyên wan didomin. Heta azadiya fîzîkî ya Rêberê me wê çalakiyên me bidomin.”

ROCHEFORT

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li bajarê Rochefort a li nêzî Bordeaux ê Fransayê ji bo protestokirina pergala tecrîd û êşkenceya Îmraliyê meşiyan. Girseya ku li pêşiya Postaxaneya Rochefortê li hev civiyan, bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” heta şaredariya Rochefortê meşiyan. Li ser navê TCŞ’ê Hogir Botan axivî û got:“Divê em li ser esasê berxwedana Rêber Apo her roj û her saet li Ewropa û li çar parçeyên Kurdistanê li qadan bin û heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşin.”

Çalakî bi dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

MARSÎLYA

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gara trenê ya ST-Charles a Marsîlyayê çalakiya bêîteatiya sivîl lidar xistin.

Ciwanan di hundirê garê de bê navber dirûşmeyên “Liberte Pour Ocalan”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Ciwan fedayiyên Rêber Apo ne” berz kirin. Piştî çalakiyê li ser navê TCŞ’ê Agir Serhed daxuyanî da û got:“Weke ciwanên Apoyî, heta azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me mîsoger dibe, em ê her tim li qadan bin. Heta ku tecrîd û îzolasyona mutlaq a li ser Rêbertî bi dawî nebe û bi fîzîkî azad nebe, ev çalakî wê ti carî bi dawî nebin. Hêzên komploger wê ti carî negihijin armanca xwe.”

BASEL

Endamên Tevgera Ciwanên Kurd li ser pira Dreirosenbrucke ya Baselê ya Swîsreyê, wêneyê Rêber Abdullah Ocalan daliqandin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) bi boneya balê bikêşin li ser pergala qirkirinê ya Îmraliyê, wêneyê mezin ê Rêber Abdullah Ocalan li ser pira Dreirosenbruckeyê daliqandin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.