Li Erzirom û Qersê lehî rabû

Yekşem 15 Tebax 2021 - 16:40

Li navçeya Qamûşan a Qersê û navçeya Îdê ya Erziromê, barana zêde bû sedema rabûna lehiyê. Ji ber rabûna lehiyê xesar li gelek mal û axuran bû. Gelek sewal li ber lehiyê çûn.

Ji ber barana zêde ji bo demekê rêya di navbera navçeyên Oltî û Îdê yên Erziromê de jî li çûn û hatin girtin. Li gundê Mjingerd ê navçeya Qamûşan a Qersê jî lehî rabû û xesar li mal û axuran bû. Li gund du wesayît li ber lehiyê çûn û 30 dewar mirar bûn. Her wiha pireke li ser çemê gund jî hilweşiya.

QERS/ERZIROM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.