Barana zêde 777 kes kuştin

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 23 Tebax 2022 - 21:15

  • Li Pakistanê ji ber baranên mûsonê yên ku ji 14’ê Hezîranê ve dewam dikin, 777 kes mirin û barana zêde tesîr kir li qederê 2 milyon kesên din.

Li Pakistanê ji ber baranên mûsonê yên ku ji 14’ê Hezîranê ve dewam dikin, 777 kes mirin û barana zêde tesîr kir li qederê 2 milyon kesên din.

Li gorî daneyên Ajansa Rêvebiriya Felaketan a Neteweyî ya Pakistanê (NDMA) ji ber baranên zêde û rabûna lehiyê 1,8 milyon mirov mexdûr bûne.

Ajansa Rêvebiriya Felaketan a Neteweyî ya Pakistanê ragihand ku ji ber baranên mûsonê yên ku ji 14’ê Hezîranê ve li seranserê welet dewam dikin, 777 kes mirine.

Li herêmên bejahî yên li wargehên alîkariyê yên hatine avakirin, 317 hezar û 678 kes sitirîne.

Li gorî Ajansa Rêvebiriya Felaketê ya Neteweyî ya Pakistanê, zirar li zêdetirî 60 hezar xaniyan bûye. Di encama lehî û heziyana erdê her weha pir hilweşiyan û li seranserê welet avê da ser rêyan.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.