Lehiyê Ekwador tevizand

Sêşem 1 Sibat 2022 - 22:21

  • Li paytexta Ekwadorê Quitoyê, ji ber barana zêde lehî rabû. Di encamê de herî kêm 11 kes mirin.

Li paytexta Ekwadorê Quitoyê, ji ber barana zêde lehî rabû. Di encamê de herî kêm 11 kes mirin.

Piştî barana herî zêde ya 20 salên dawî ya li Ekwadorê, kolanên paytextê bi ava ji heriyê tijî bû. Avê da ser wesayît û xaniyan.

Li gorî daxuyaniya Parastina Sivîl, herî kêm 11 kes mirin, 32 kes jî birîndar bûn. Malbatên bêmal man li 8 otelên cuda hatin bicihkirin.

Li Ekwadorê ji Cotmehê ve baran dibare. Ji 24 eyaletan welêt, baranê bandor li 22 eyaletan kir. Servîsa Birêvebirina Rîskê ya Neteweyî ragihandibû ku ji ber baranê 18 kes mirine û 24 kes jî birîndar bûne. 

QUITO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.