Wêneyên Lehiya Eifelê

Nûçeyên Dîaspora

În 23 Tîrmeh 2021 - 04:07

  • Piştî felaketa lehiyê ya li Eifelê, niha dever tê paqijkirin, alîkariya mexdûran tê kirin. Komeleyên weke Heyva Sor a Kurdistanê û Bota Goçmenê jî alîkariya mexdûran dikin. 

FIRAZ BARAN
EUSKIRCHEN

 

Hefteya bihurî şeva Çarşemê (14ê Tîrmehê) lehî li navenda bajarê Euskirchenê rabû. Avê li vir metro û nîvê da ser xaniyan. Li vir avê da ser 10 xanî û cihên kar ê Kurdistaniyan jî. Av da ser xaniyê Alî Acelecî jî. Ew xelkê Markazê (Pazarcik) ye û dibêje: "Min ev xanî 6 mehan berê kirî. Me qata jêrîn wekî xwaringehek ji nû ve sererast kir. Di serê salê de koronayê lêda û aniha jî lehiyê. 200 hezar Euro zirara me heye. Avakê gemar û bi rûn da ser."

Botanê pişta Euskirchenê girt

Bajarê Euskirchenê li herêma Eifelê ye. Lehî li Eifelê li dehan gund, bajarok û bajaran rabû. Zirar li cihê elektrîk, gaz û avê bû. Gelek cih bê elektrîk, bê gaz û av mane. Di van rojên zor de hevkarî bi pêş ketiye.
 Botan Goçmen ji bo Euskirchenê mînakek baş bûye. Ew xwedî dibistaneke boksê ye. Piştî lehiyê roja penşemê li ser înternetê bangawaziya alikariyê belav dike. Mirovên Euskirchenê şîr, av, pêlav, xarina kuçikan û hwd. tînin. Botan û şagirtên xwe her roj van tiştan ji gundên derûdorê belav dikin. Botan Kurd e û dayîka xwe jî xebatkara Heyva Sor a Kurdistanê ye.

Apê Ramazan û Meta Remziye

Meta Remziye û Apê Ramazan ji Amedê ne. Meta Remziye dibîje, "Mala lawê min jî di bin avê de ma. Min 15 saetan xeber ji zorakên xwe negirt. Ji min re pirr zor bû." Apê Ramazan jî dibêje, "Şev saet 12 bû. Me got, bila lehî zirarê li malê neke. Gava min derî vekir, avê ez li ber xwe birim. Texte dihatin. Lê min karî xwe ji wan biparêzim."

Botan Goçmen

Trên Sekinin

Li Eifelê zirar li xetên trênan jî bûn. Ji ber vê li dehan gund û bajarokan trên sekinin. Niha li van cihan otobus radibin. Ez jî ji Bonnê heta Euskirchênê bi otobusê çûm. 

Piştî lehiyê paqijî didome. Di her gund, bajarok û bajarî de girên çopê balê dikişînin. Kalekî Elman dibêje, "Piştî şerê dûyemîn jî wisa bû. Xanî hilweşîn. Me wê demê jî xaniyên hilweşî radikirin."

Heyva Sorê kon veda

Heyva Sor a Kurdistanê roja sêşemê (20´ê Tîrmehê) li navenda bajarê Euskirchenê konê xwarin û avê veda. Jinên Kurd xwarinên malê çêdikin û li xelkê Euskirchenê belav dikin.

Li pirraniya zeviyên di navbera Meckenheim û Euskirchenê de genim hatibû çandin. Lehiyê bi deh hezaran donim erdên genim daye ber xwe. Manuel ê 73 salî dibêje, "Genim hişk bûbû. Me dixwest em vê heftê biçinin. Lehiyê nehişt."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.