Dr. Trabert: Heta felaket neqewime, tevdîr nayên girtin.
NÎHAL BAYRAM/MAINZ
Ji ber lehiyê li rojavayê Ewrûpayê hefteya bihurî herî kêm 190 kes mirin û 800 kes jî birîndar bûn. Ji ber lehiyê hîna agahî ji qederê hezar kesî nayê wergirtin.
Dr. Gerhard Trabert jî yek ji wan kesan e ku li Elmanyayê li cihê felaketê tevlî xebatên rizgarkirinê dibe. Ew dibêje, "Li gorî texmîna min wê gelek sal bibihurin heta ku deverên zirar li wan bûyî, ji nû ve bên avakirin."
Trabert dibêje, sedema felaketê eşkere guherîna avhewayê ye: “Ji bo ku di mijarên wisa de siyaset xwe tev bide, ez meraq dikim çima divê her carê felaket biqewimin. Mesela, hîna nû piştî felaketa Fukuşîmayê me hilberîna enerjiya atomê kêm kir. Êdî ji bo vê mijarê divê gav bên avêtin. Ji bo min du pirsgirêkên cihê yên giran hene: Yek jê wekheviya civakî ya li derve û li hundirê Elmanyayê, ya din jî parastina avhewayê ye. Heger avhewa bimîne, em jî weke parçeyekî wê dikarin bimînin.”
Trabert got, gelek kesên ji bo alîkarî û rizgarkirinê çûbûn, ji ber kêmasiyên birêxistinkirinê betal mane: “Mirovên ji bo alîkariyê çûn deverê, ji ber ku kesî wezîfe neda wan, li benda karê xwe ne. Ev şaşiyeke lojîstîkê ye, ji ber kêmasiya koordînasyonê ye. Komên rizgar kirinê gotin, wezîfeyê bidin me, em li vir in. Lê kesî berê wan neda cihê pêdiovî bi wan heye.
Mirovên deverê alîkariya hev kirine: "Gelek mirovan bi hêzeke ne asayî hewl dida mala xwe û cîranên xwe ji heriyê xilas bikin. Ev mirov belkî çend rojekî, hefteyî yan jî çend mehan wê di tişta qewimî bigihin. Ev wê tesîreke dijwar li gelek mirovan bike."