Li Hewlêrê lehî rabû

Pêncşem 13 Çile 2022 - 22:33

  • Li Hewlêrê ji ber barana zêde lehî rabû. 

Li Hewlêrê ji ber barana zêde lehî rabû. 

Doh berê sibehê, taviyekê bi ser Hewlêrê de girt û di demeke kurt de trafîk sekinand. Ji ber taviyê gelek qeza jî çêbûn.

Rêyên sereke di bin avê de man, gelek wesayît asê man. Her wiha avê da ser gelek mal û dikanan.

Ji ber ku trafîk sekinî xwendekaran nekarîn biçin dibistanê, kargeh girtî man.

Waliyê Hewlêrê Omîd Xweşnav ragihand, ji ber rîska lehiyê dibistan hatine taloqkirin.

16'ê Kanûnê jî li Hewlêrê lehî rabûbû, 15 welatî miribûn. Ji ber lehiyê bi qederê 21 milyar dînarî ziyana madî jî çêbûbû.

Ji bobelata lehiya Hewlêrê binesaziya xirabe, planên îmarê yên xemsar û gendelî berpirs têne dîtin.

HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.