Li Erziromê ev du roj in bênavber berf dibare û bandoreke neyînî li ser jiyana gel dike. Li navçeyên bajar rêya 517 gundan hatin girtin. Li gorî agahiyan; li navçeya Qereçobanê rêya 172 gundan, li Qereyaziyê rêya 147 gundan, li Tatosê rêyên 116 gundan, li Çatê rêyên 82 gundan û li herêma Ovacik a girêdayî navçeya Êspîrê jî rêyên gelek gundan hatin girtin.
Di heman demê de li gundê Burnaz ê Qereçobanê axûra kesekî ji ber berfê tebiqî û miyek mir, 43 mî jî bi alîkariya xelkê gund hatin xelaskirin. Ji ber bager û bahozê li ser rêyên gundên ji rêyên sereke dûr tu xebat nayên kirin.
Li bajarê Qersê jî, ji ber bager û bahozê rêya 120 gundan hate girtin. Li navenda bajêr rêya 13 gundan, li navçeya Şuregel rêya 6 gundan, li navçeya Zarûşadê rêya 19 gundan, li Dîgorê rêya 9 gundan, li Qaxizmanê rêya 40 gundan, li Qamûşan rêya 17 gundan, li Selîmê rêya 6 gundan û li Cilawûzê jî rêya 10 gundan ji çûn û hatinê re hate girtin.
NAVENDA NÛÇEYAN