Li Elmanyayê feqîriya kal û pîran

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 16 Kanûn 2021 - 21:24

  • Bêhtir ji sedî 20 mirovên di ser 80 salî re li Elmanyayê xizan in. Li gorî lêkolîneke nû, ji sedî 22,4’ê mirovên di ser 80 salî re feqîr in. 

Bêhtir ji sedî 20 mirovên di ser 80 salî re li Elmanyayê xizan in. Li gorî lêkolîneke nû, ji sedî 22,4’ê mirovên di ser 80 salî re feqîr in. 

Wezareta Malbatê ya Federal doh ev lêkolîn eşkere kir. Li gorî lêkolînê, jinên pîr ji ber feqîriyê bêhtir mexdûr in.
Weke pîvana feqîriyê lêkoleran got, kî mehê 1167 euro û kêmtir wergire, ew feqîr e. Ji sedî 80´yê civakê li gorî vê feqîr e. Lê ev rêje li nav kal û pîra gelekî zêdetir e û li cem kesên di ser 80 salî re digihîje ji sedî 22.4´ê. 
Wezîra ji partiya Keskan Anne Spiegel got, “Hîç li rûmeta civaka me ya dewlemend nayê ku evqas mirov di nava feqîriyê de bin.” 

Wê ji bo newekheviya xizaniya jinên pîr û mêrên kal jî got, “Ev lêkolîn nîşan dide ka mûçeyên kêmtir, demên dirêj karkirina nîv wextî û navberdayîna karî çawa dikin ku di pîrîtiyê de çawa tesîreke xirab li jiyanan jinan dike.”
Rêjeya feqîriyê li rojhilat li gorî rojava, kêmtir e: li Rojava ji sedî 18.7´ê kal û pîran xizan in, li rojava ji sedî 23.7.

Lê ka hikûmet wê li dijî vê çi bike, di daxuyanî nehatiye dayîn. 

BERLÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.