- Li bajarên Stuttgart û Dortmundê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan konser û civîna gel hatin lidar xistin. Di van çalakiyan de xelkê bi dirûşmeyên xwe azadiya Rêberê xwe xwestin.
DENIZ BABÎR / STUTTGART
Li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê bi hezaran Kurd û dostên xwe, di konsera ‘azadî ji bo Rêber Abdullah Ocalan, çareseriya siyasî ji bo meseleya Kurd de’, hatin ba hev.
Konser bi organîzasyona FED-GEL, TEV-ÇAND Ewrûpayê û Kevana Zêrîn a Ewrûpayê hat lidarxistin.
Konser weke vegotina dîrokî hat sêwirandin û ji 3 beşan pêk dihat. Di beşa yekemîn de, qirkirina di sedsala derbasbûyî de bû mijar. Di beşa duyemîn de jî, berxwedana li dijî qirkirinê li ser dikê hate nîşandan. Di beşa sêyemîn de jî, çareserî hate bidest girtin. Beşa qirkirinê strana ‘Kekê Qiyasedîn’ bi dengê Dengbêj Bawer hate nîşandan. Ji aliyekê berxwedana Şêx Seîd hate nîşandan, ji aliyekî din ve jî ji ekrana mezin a li ser dikê, dîmenên qirkirinê yên ji dema Şêx Seîd heta bi sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê hate nîşandan. Weke parçeyekî ji vê beşê, Berdevkê şandeya Îmraliyê Hatîp Dîcle, behsa rastiya Îmraliyê kir û hevdîtinên li wir hatin kirin, vegotin. Di vê çarçoveyê de, Ji partiya Die Linkê endamê parlementoya federal a Elmanyayê Bern Riexingen û nivîskar û akademîsyen Alexander Glasner-Hummer derbarê qedexekirina PKK’ê li elmanyayê axivîn.
Beşa duyemîn jî, bi sê qadên berxwedanê daket. Ya yekemîn, parastina bi pêşengiya gerîlayên jin ên Kurd, hunermend Bermal Çem bi stranên xwe pêşkêş kir. Ya duyemîn jî, hunermend Cewad Merwanî serhildanên gel ên bi çîroka gerîlayê PKK’ê Şehîd Hebûn dest pê kir, bi newayên xwe vegot. Di beşa sêyemîn de jî, cih dan berxwedana Kurdên li Ewrûpayê. Di vê beşê de jî hunermendê Kurd Serhedo, bi stranên Repê çîroka berxwedana Kurdên li Ewrûpayê vegot.
Di beşa sêyemîn de jî, bi du sernavan çareseriya meseleya Kurd hate pêşkêşkirin. Ya yekemîn azadiya jinê bû. Hunermed Çopî Fetah destnîşan kir ku çareserî di azadiya jinê de şênber dibe û bi stranên xwe, çîroka vê yekê vegot. Di bin sernavê duyemîn de jî, hunermend Dîlan Top û Erkan Top peyam dan ku çareserî di dîrokê de, bi dewlemendiya çand û baweriyên weke lehiyekê diherikin û bi stranên xwe yên ji Mezopotamya û Anatoliyê, ev yek vegotin. Hemû hunermend li gorî beş û mijarên xwe, bi dîmenên di ekrana mezin de hatin nîşandan, rengê xwe tevlî şevê kirin.
Di her navbera derketina hunermendan a li ser dikê, di serî de serokê parlementoyê, peyamên pîrozbahiyê ya tevgerên jinan û ciwanan, rêxistinên civakî û partiyan hatin xwendin. Tişta mohra xwe li tevahiya şevê da jî, logoya şevê bû ku hertim li ekranê dihat nîşandan. Logo bi du zimanan bi sernavê ‘Azadî ji Rêber Apo re, Çareseriya Siyasî ji meselaya Kurd re’ hatibû nivîsandin.
Li Dortmûndê civîna gel
Li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê jî civîna gel hate lidarxistin. Di civînê de tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û pêvajoya pêngava ku ji bo azadiya wî hate destpêkirin, hate nîqaşkirin.
Gelek Kurd û dostên wan tevlî civînê bûn. Parêzer Mahmût Şakar û siyasetmedar Nîlufer Koç bûyerên heyî nîqaş kirin.
Di nirxandinan de hat diyarkirin ku armanca tecrîda li Îmraliyê qirkirina gelê Kurd e û îşaret bi hevkariya hêzên navneteweyî ya têkildarî vê mijarê hate kirin. Di civînê de hat destnîşankirin ku Rêber Abdullah Ocalan bi paradîgmaya ku bi pêş xistî, sîstema Îmraliyê pûç kiriye û hat diyarkirin ku Rêber Abdullah Ocalan bûye hêviya azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn.
Di civînê de axaftvanan piştî nirxandinan, bersiva pirsên beşdaran da. Civîna Gel bi berzkirina dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.