Li Elkê amadekariya zivistanê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 22 Mijdar 2023 - 00:17

OMER AKIN / MA / ŞIRNEX

Yek ji deverên ku zivistanê zû lê dest pê kir, navçeya Elkê ya Şirnexê ye. Li navçeyê ku salê 6 mehan berf li erdê dimîne, xelk zivistanê bi amadekariyên ku beriya niha bi sê mehan kiribûn, pêşwazî kirin. Xelkê êzing û komira xwe berê amade kirin, ji bo xwarinê jî gelek tişt amade kirine. 

Meryem Ataman a 66 salî behsa amadekariyên xwe yên ji bo zivistanê kir. Atamanê diyar kir ku bi hatina payizê re êzing û komir peyda kirine û paşê ji bo zivistanê penêr çêkirine. Atamanê da zanîn ku li navçeyê hema bibêje her malbat du cure penêr (penêrê bisîrik û penêrê selemora) depo kirine û got: "Her wiha me teremast jî çêkiriye. Em vî mastî bi şîrê pezên xwe yên ku em havînan dibin zozanan çêdikin. Her wiha me fasûle û firingî jî xistine şûşeyan. Me ji bo îsal nêzî 70-80 şûşe dagirtine." Ji bo zivistanê bacanên reş û gelek tiştên din jî hişk kirine û ew hilanîne. Ji xeynî vê wan xuşav, benî, bastêq û gûz jî hilanîne û got:"Berhemên ku me ji bo zivistanê hiltanî, me ew li bin erdê, li cihê hênik vedişart. Tahma berê, kêfa berê xweştir bû. Wê demê zarokên min biçûk bûn û hemû li cem min bûn. Niha hemû mezin bûne û her yek çûye cihekî. Zivistanê rihet e, lê ez bêriya berê dikim."  

Xezal Ataman a 63 salî jî ku zivistanê diçe cem zarokên xwe yên li metrepolên Tirkiyeyê, anî ziman ku ew berhemên ku havînê amade dike jî bi xwe re dibe û got:"Em sêv, xirtik, hirmî û firingiyên baxçeyên xwe dixin kîlerê. Berî ku firingî baş çêbibin em wan berhev dikin û tînin vir û piştî demekê bi xwe sor dibin. Em zivistanê jî firingiyên baxçeyan peyda dikin. Em îsot û bacanên reş jî hişk dikin. Em rêçalê çêdikin. Her wiha em bastêqê jî çêdikin." 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.