Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê nehiştin ku zêdetirî 30 malbatên Êzîdî yên ji gundê Baflûnê yê Efrîna dagirkirî vegerin gundê xwe.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li nava Efrînê nahêlin malbatên Êzîdî di nava wan de şêniyên gundê Baflûn ê navçeya Şera hene vegerin gundê xwe. Li derdora 30 malbatên ku piraniya wan Êzîdî ne di dema êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî kantona Efrînê de di 4`ê Adara 2018`an de ji warê xwe koçber bûn û li Efrînê li cem xizmên xwe bi cih bûbûn, di çend rojên dawîn de hewl dan vegerin gundê xwe, lê ji aliyê çeteyên El-Cebhe El-Şamiyê ve hatin qewirandin ku gund dagir kiriye.
Êzîdiyan di Cejna Çarşema Sor de dema hewldan serdana gorên miriyên xwe bikin, dîtin ku çeteyên dewleta Tirk çi bi qebrên wan kirine. Berdevkê fermî yê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê-Sûriyê Îbrahîm Şêxo da zanîn ku çeteyan malên şêniyan hemû veguherandine baregehên leşkerî û demografiya gund guhertine. Li gorî vî, li derdora 70 malbat li ser lûtkeya çiyayê gund di Kampa El-Teawin de hatine bicihkirin û dewletên kendavê di avakirina vê kampê de alîkariyê dikin. Şêxo got, kiryar û sûcên pêk tên, di çarçoveya rêzesiyasetên guhartina demografî de pêk tên û ev yek yekser bi perspektîfên îstîxbarat û MÎT’a Tirk têne kirin.
ANHA/HELEB