Li Efrîkaya Başûr konferansa Ocalan
Sêşem 28 Sibat 2023 - 17:19
- Koma Xebatê ya Mafên Mirovan a Kurd û Însiyatîfa Azadî Ji Ocalan re ya Sûriyê, li Cape Townê konferansa ‘Ji Ocalan Re Azadî, Ji Cîhanê re Aştî û Îstîqrar’ pêk tînin.
EREM KANSOY / CAPE TOWN
Koma Xebatê ya Mafên Mirovan a Kurd û Însiyatîfa Azadî Ji Ocalan re ya Sûriyê, li Cape Town a ku tekoşîna Mandela ya Efrîkaya Başûr lê pêk hat konferansa ‘Ji Ocalan Re Azadî, Ji Cîhanê re Aştî û Îstîqrar’ pêk tînin.
Konferansê doh dest pê kir û îro jî dewam dike. Di konferansê de siyasetvan, sendîkavan, akademîsyen û hiqûqzanên Efrîkaya Başûr ku li dijî rejîma Apartheid tekoşiyabûn, cih digrin. Nûnerê herêmê ya Kongreya Neteweyî ya Efrîka ANC’ê ku li Efrîkaya Başûr hikûmet ava kir Cameron Dugmore, nûnerê Partiya Komûnîst a Efrîkaya Başûr SCAP Barry Mitchell, Ji sendîkaya karkeran a herî mezin a Efrîkaya Başûr “Cosatu”yê Merlyn De Bryun, ji ji Koma Xebatê ya Mafê Mirovan a Kurd akademîsyen Mahmoud Patel jî cih digirin.
Ji heyeta Rojava jî ji Komîteya Azadî Ji Ocalan Re ya Sûriyê Ferzende Munzur, ji Libnanê nûnerê Rêveberiya Xweser a Rojava Abdulselam Ehmed, nûnera PYD’ê Sema Bekdaş, berdevka Kongra Star Rihan Loqo cih digrin.
Parêzerê ji Efrîkaya Başûr û endamê Delegasyona Îmraliyê Joey Moses û siyasetvanê navdar Preme Naidoo jî beşdarî konferansê dibin.
Em ê ji bo azadiya Ocalan bixebitin
Cameron Dugmore got, li ser axa ku Mandela tekoşiyaye axaftina li ser Ocalan gelekî girîng e: “Gelê Kurd tekoşîneke mezin dide. Azadiya Ocalan wê bibe serkeftina vê tekoşînê. Weke ANC em ê hîn bêhtir li qada navneteweyî piştgiriyê bidin gelê Kurd û tekoşîna wê.” Wî got, ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan ew ê rolekî aktîftir rabin.
Ferzende Munzur jî îşaret bi wê yekê kir ku berxwedana Rêber Abdullah Ocalan a li Îmraliyê, tekoşîneke bi navê tevahî mirovahiyê ye û got, “Çawa ku li Efrîkaya Başûr bi pêşengiya Mandela serketin hat bidestxistin, em ê jî bi Rêbertiya Ocalan bi ser kevin. Modernîteya Demokratîk ji bo mirovahiyê xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Mijara duyemîn jî azadiya Rêbertiya me ye.”
Dadgerê Destûra Bingehîn ê Berê û hevrêyê Mandela Albie Sachs jî diyar kir ku heta îro wan tekoşîna wekheviyê daye û got;’’Tekoşîna Mandela em îro di şexsê gelê Kurd de dibînin. Qirkirina gelê Kurd ku rû bi rû dimîne, îzolasyona li ser Ocalan, li pêş çavê me ye. Ocalan ji bo jiyaneke bi rûmet û bi nirx, ji malbatê destpêkir û paradîgmayeke ku wê hemû mirovahî divê jiyaneke çawa ava bikin afirand. Divê hemû cîhan li hemberî vê zilmê bin. Serketina hin tekoşînan demê dixwaze.’’
Kurd jî wê bi ser kevin
Sachs da zanîn ku ew çûye Tirkiyê û Ermenistanê û got, “Qala pirsgirêka Kurd ji min re kirin, lê li gorî min ev pirsgirêka Tirkan e. Em piştgiriyê didin Kurdan, di vê mijarê de, gelek tiştên ku em hîn bibin hene. Me ji bê derfetiyan derfet afirandin. Em ji mazlûmbûnê hatin asta desthilatdariyê. Me destûreke gelekî baş amade kir. Encama tekoşîna me bi azadiyê encam bû. Kurd jî wê serkevin. Mirovahî wê pêş bikeve û serkeve. Divê em hêviya xwe wenda nekin.”
Nûnerê Partiya Komûnîst a Efrîkaya Başûr SACP’ê Barry Mitchell jî got;’’Kurd ji qonaxeke gelekî zehmet derbas bûn û xwe bi cîhanê dan nasîn. Fikrên Ocalan û Antonia Gramsci dişibin hev. Ocalan jî di nivîsên xwe de qada çandê û civaka azad dike. Me bi saya Ocalan zanî ku gelên li herêmê ji bo wekhevî û azadiya xwe, bêyî ku li benda demokrasiya rojava bin, dikarin demokrasiya xwe bidest bixin. Weke mirovên ji Efrîkaya Başûr, em paradîgmaya Ocalan a Konfederalîzma Demokratîk dipejirînin.’’
Em hevrêyên Ocalan in
Ji "Cosatu"yê, Merlyn De Bryun jî got;’’Mandela ji bo me çi be, Ocalan jî ew e. Ji bo li Kurdistanê aştî pêk bê, divê Ocalan azad be. Weke ku em rê û hevrêtiya Mandela diparêzin, em ê Ocalan jî biparêzin.’’
Em ê piştgiriyê mezin bikin
Hevserokê KHRAG’ê Mahmoud Patel jî got, “Tişta ku Ocalan dixwest ev bû. Dema ku Ocalan ew fikrên xwe yên muhteşem ji bo me vedigot, dixwest em bên ba hev. Em ê jî tekoşîna Ocalan bi ya Mandela bigîhinin hev û mezin bikin. Heta ku Ocalan û gelê Kurd bigîhê azadiya xwe, em ê bi hev re têbikoşin. Em ê ji bo biratiya gelan, piştgiriyê mezin bikin.”