Li Edene û Stenbolê bi ser malan de hat girtin
Sêşem 25 Adar 2025 - 02:55
Li Edene û Stenbolê gelek çalakvan ji ber tevli çalakiyên protestoyên li dijî girtina Ekrem Îmamoglu bûn hatin binçavkirin. Di nav kesên hatine binçavkirin rojnameger jî hene.
Piştî girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû, li gelek bajaran çalakiyên nerazîbûnê hatin lidarxistin. Piştî welatî derketin qadan şûnde bi ser malên wan de hatin girtin û gelek kes hatin binçavkirin.
Li Edeneyê polîsan êrişî çalakvanan kirin û gelek kes bi lêdanê binçav kirin.
Piştî girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû, li Edeneyê bi hezaran welatî daketin qadan û biryar protesto kirin. Welatiyên ku li ser banga CHP’a Edeneyê hatin Bûlwara Turgut Ozal a navçeya Çukurovayê, ber bi Bûlwara Ugur Mumcu ve bi rê ketin. Welatiyên tev li meşê bûn gelek caran dirûşmên “Hikûmet îstîfa”, “Erdogan îstîfa” , “Maf, hiqûq, edalet” û “Em ê bi yekbûnê bi ser kevin” berz kirin.
Piştî meşê, komê xwest li ser Bûlwara Turgut Ozal û Cadeya Barajyoluyê bimeşe lê polîsan bi ava şid, guleyên plastîk û bombeyên gazê êriş kirin. Di êrişan de gelek kes bi lêdanê hatin binçavkirin.
Stenbol
Li Stenbolê duh polîsan di saetên siharê de bi ser gelek malan de girtin. Parêzer Denîz Demîrdogen li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ragihand ku ew hatiye binçavkirin.
Hat diyarkirin ku hinceta binçavkirinê “Muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan” e.
Rojnamevan hatin binçavkirin
Li Stenbolê di encama serdegirtina malan de gelek rojnamevan hatin binçavkirin.
Rojnamevan Zeynep Kûray, Bulent Kiliç, nûçehihanê AFP’ê Yasîn Akgul û nûçegihanê NOW’ê Alî Onûr Tosûn hatin binçavkirin.
Rojnamevanên hatin binçavkirin, birin Midûriyeta Polîsan a Bajêr.
MA/NAVENDA NÛÇEYAN