Li Edenê deng dane azadiyê

În 6 Îlon 2024 - 02:25

Bi pêşengtiya xizmên girtiyan de bi tevlibûna partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî li ber Kampusa Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê daxuyanî hate dayîn. Di çalakiya ‘’Deng bide azadiyê’’ de ya ku bi çarçoweya ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Demokratîk’ hate li darxistin, ji Rêber Oalan re azadî hate xwestin.

Li Edeneyê li ber Kampûsa Girtîgeha Kurkçulerê bi pêşengiya xizmên girtiyan û tevlêbûna nûnerên sazî û partiyên siyasî çalakiya ‘’Deng bide azadiyê’’ ya bi çarçoweya ‘’Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsa Kurd re çareseriya demokratîk’’ hate kirin.

Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa’’Ji bo dadê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakî deng bide azadiyê’’ hate vekirin. Çalakgeran pêşmalkên bi nivîsa ‘’Tecrîd sûcê mirovahiyê ye’’ li xwe kirin.

Heta azadiyê wê çalakî bidomin

Hevserokê DEM Partî yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr di çalakiyê de bal bire ser tecrîda li ser Rêber Ocalan û anî zimên heta ku Ocalan azad bibe ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

Aydemîr tehde û êşkenceya li ser girtiyên siyasî yên Kurd bi bîr xist, diyar kir rewş li girtîgehan pir xeternak e û got,’’Li hemû girtîgehan şert û mercên giran ên tecrîdê dewam dikin. 42 meh in agahî ji Birêz Ocalan nayê girtin ku 26 sal in li girtîgeha Îmraliyê tê girtin. Ne dikare bi malbata xwe re, ne jî bi parêzerên xwe re hevdîtin bike. Li gorî pergala hiqûqî ya heyî cezayê girtiyeke çi dibe bila bibe xwedî maf e ku heftiyê careke bi malbata xwe re hevdîtinê bike û dema ku bixwaze bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike. ‘’

MA/EDENE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.