Li dora Şoreşê bi yek bin
Duşem 17 Tîrmeh 2023 - 14:48
- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê û Tevgera Civaka Demokratîk TEVDEM’ê bi wesîleya 19’ê Tîrmehê salvegera Şoreşa Rojava daxuyanî dan û gotin;’’Divê herkes li dora Şoreşa Rojava bibe yek û yekîtiya neteweyî pêk bîne.’’
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera Şoreşa Rojava daxuyanî da û bal kişand ser Peymana Lozanê û wiha dewam kir:KCK’ê got: “Şoreşa Rojava ku xwe dispêre têgihiştina xweseriya demokratîk û neteweya demokratîk, ji bo çareseriya pirsgirêkên Sûriyeyê û Rojhilata Navîn bûye modêla herî rast. Li Rojhilata Navîn pirsgirêk çavkaniya xwe ji zihniyet û sîstema netew-dewletê digirin. Dewlet-neteweyên li Rojhilata Navîn piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn li ser esasê berjewendiyên sîstema modernîteya kapîtalîst û ji aliyê hêzên sîstemê ve hatine pêşxistin. Bi vî rengî Rojhilata Navîn li ser esasê berjewendiyên modernîteya kapîtalîst û hêzên emperyalîst hate dîzaynkirin, gel û erdnîgariya dîrokî hatiye parçekirin. Yek ji gelên ku herî zêde ji vê yekê zirar dîtine, bê guman gelê Kurd e. Kurdistan di nava netew-dewletan de li 4 parçeyan hat cudakirin û gelê Kurd xistin nava çembera înkar, îmha û qirkirinê. Armanca têkoşîna ku ji aliyê Rêber Apo ve hatî destpêkirin, ew e ku gelên Rojhilata Navîn ji pirsgirêkên xwe re çareseriyê bibînin. Bi Şoreşa Rojava re ev fikrên Rêber Apo û nêzîkatiya çareseriyê, zindî bûye. Ev geşedan di heman demê li dijî Peymana Lozanê ye ku em dikevin sala wê ya 100’emîn de. Eger mirov li dijî Peymana Lozanê derbikeve û yekîtiya neteweyî ya Kurdan pêk bîne, di heman demê de Şoreşa Rojava diparêze. Li ser vî bingehî divê hemû hêzên welatparêz bi berpirsyariya dîrokî tev bigerin, li dora Şoreşa Rojava kom bibin û yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin.
Em tecrîdê bişikînin
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi boneya salvegera 11'an a Şoreşa 19'ê Tîrmehê daxuyaniyek da. TEV-DEM'ê got, Şoreşa 19'ê Tîrmehê ji tevahî çandan re bû dergûşeke civakî ya demokratîk.
Daxuyaniya TEV-DEM'ê wiha ye:’’Şoreşa 19'ê Tîrmehê bi exlaqê xwe, bi nirxên xwe yên mirovahî, bi rêgez û pîvanên xwe yên şoreşgerî yên nûjen yên dûrî desthilatdariyê, bandoreke mezin li wijdanê civakên herêmê û yên cîhanê kir. Şoreşa 19'ê Tîrmehê şoreşa avakirina civakeke azad, ekolojîk û polîtîk e ku xwe dispêre azadiya jinan. Azadiya jinan jî mîsogeriya rasteqîn a serketina Şoreşa 19'ê Tîrmehê ye. Lê dewleta Tirk a faşîst di aliyê siyasî, ewlehî û leşkerî de tolê ji çand û felsefeya vê şoreşê hiltîne. Dewleta Tirk ji mercên navneteweyî sûdê digire da ku bi hemû hêz û îmkanên xwe yên siyasî yên qirêj îradeya şoreşê têk bibe. Dewleta Tirk hemû cûreyên tecrîda derqanûnî ferz dike da ku di şexs û îradeya Rêber Abdullah Ocalan de tolê ji îradeya gelan hîlîne. Hîna jî hemû cûreyên siyasetên qirkirinê li dijî Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne da ku wî ji raya giştî û gelên berxwedêr û yên têkoşer dûr bixe. Ji ber ku Rêber Apo xwedî nêrîneke din e û parvekirinên nêrînên wî ji qonaxa çarenûsî re gelekî girîng e. Dewleta Tirk û dewletên komploger tecrîd û mirina hêdî ferz dike û nameyên jehrîkirinê dişîne. Ev yek me û civakên ku azadiya xwe di azadiya Rêber Abdullah Ocalan de dibînin dixe nava fikaran. Çarenûsa jiyana Rêber Apo ji hemû kesî re gelekî girîng e. Di serî de CPT'yê ya ku ji berpirsiyariyên xwe yên exlaqî direve, divê herkes derbarê rewşa Rêber Abdullah Ocalan de bi berpirsyariya exlaqî tevbigere, divê ev tecrîda giran a li ser îradeya Rêber Apo were şikandin. Em bang li gelên herêmê dikin ku li hemberî siyasetên qirkirinê yên li derdora jiyana Rêber Abdullah Ocalan bi berpirsiyariyên exlaqî tev bigerin. Di vê qonaxa hestiyar de xwe li gorî mîrasa şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin bikin, tevlî pêngavên piştgiriyê yên parastina jiyana Rêber Apo bibin. Yekrêzî û hevgirtina pêkhateyan dikare destkeftiyan biparêze. Xurtkirina têkoşîn û berxwedanê mîsogeriya serketina îradeya me ye."
NAVENDA NÛÇEYAN