Kurd û dostên xwe yên li Ewrûpayê li dijî gef û tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan herikîn meydanan.

ZURIH: Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê, ji bo şikandina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li ber Balyozxaneya Tirk çalakî hat lidarxistin. Emre Aykûtelî ku li ser navê Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) daxuyanî bi Elmanî xwend, bal bire ser tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan ku 28 meh in berdewam e û got:“Li dijî tecrîdê ku êşkence ye, em ê her li qadan bin.”

Emrûllah Bîngol ku li ser navê Dîwana Hevserokatiyê CDK-S’yê axivî û got:“Em qebûl nakin ku ev dewlet û sazî ji bo berjewendiyên xwe çavên xwe ji tecrîdê re bigirin. Banga me li van dewlet û saziyan ew e ku hiqûqa xwe bi cih bînin.” 

MARSILYA: Kurdên li bajarê Marsîlya yê Fransayê ji bo protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û bi daxwaza azadiya wî ya fîzîkî, li ber Nûnertiya Parlementoya Ewropayê (PE) çalakiya rûniştinê kirin. Hevserokê Meclîsa Gel a Kurd a Marsîlayê Enes Karliova li vir axivî. Karliova bang li gelê Kurd kir û got, “Divê em li dora Rêber Apo kom bibin û dakevin qadan.” Karliova ji bo meşa girseyî ku 22’ê Tîrmehê li bajarê Lozan ê Swîsreyê bi boneya salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.

NAVENDA NÛÇEYAN