Li dora Rêbertî û gerîla bicivin

Duşem 2 Îlon 2024 - 03:10

  • Li bajarên Fransayê Bordeaux, Marsîlya û Draguignanê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de bang li gelê Kurd hate kirin ku li dora Rêber Abdullah Ocalan û gerîla bibin xelek.

Kurd û dostên xwe yên li Fransayê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û silavkirina berxwedana bêhempa ya gerîla daketin meydanan.

BORDEAUX

Li bajarê Bordeaux ê Fransayê bi sedan Kurdistanî li dijî pergala Îmraliyê ya êşkence, tecrîd û qirkirinê meşiyan. Meş bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li qada Stalîngardê bi deqeyek rêzgirtinê ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Di tevahiya meşê de danezanên têkildarî tecrîdê hatin belavkirin û timî li dijî polîtîkayên şerê qirêj ên dewleta Tirk a dagirker dirûşme hatin berzkirin. Girse heta qada Vîctorîa meşiya, piştre endamê TCŞ’ê Adar Serhed axivî û got:“Heta ku Rêber Apo azad nebe wê gelê Kurd xwe azad hîs neke. Kêmasiya me ya herî mezin girtîbûna Rêber Apo ye. Tecrîda dewleta faşîst a Tirk ku li ser Rêbertiya me dimeşîne nayê qebûlkirin. Em ê heta şikandina tecrîdê li qadan bin û nîşanî hemû cîhanê bidin ku em çawa xwedî li Rêbertiya xwe derdikevin. Divê ciwan di vê mijarê de tişta ku dikeve ser milên wan bi layiqî bi cih bînin. Çawa ku Rêber Apo 26 sal in li Îmraliyê li ber xwe dide, divê em jî bi vî rengî li qadan berxwe bidin. Em bang li tevahiya gelê xwe û ciwanan dikin ku ji bo azadiya Kurdistan û Rêbertiyê dakevin qadan." Meş piştî daxuyaniya çapemeniyê, bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlyayê jî bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi şîara “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Kurdistanê re Statu” meş û mitîng hat lidarxistin. Girseya ku bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li qada Canabiere li hev civiyan, ber bi qada Vieux Port ve meşiyan. Di meşê de pankartên bi nivîsa “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Kurdistanê re Statu” û “Dema mijar dibe Kurd Ewropa roleke kor, ker û lal dilîze“ û flamayên wêneyê Rêber Abdullah Ocalan û PKK hatin hilgirtin. Di çalakiyê de ji bo azadiya Abdullah Ocalan dirûşmeyên bi Fransî hatin berzkirin û berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê hate silavkirin.

Meş li qada Vieux Portê veguherî mitîngê û ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştre danezana bi zimanê Fransî hate xwendin û li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Fethî Serhed axivî û wiha got:“Li ser Rêber Apo ku emrê xwe ji bo aştiyê feda kiriye, zêdeyî 3 sal in tecrîda mutleq tê sepandin. Hemû dewletên hegemon piştgirî didin vê pergala qirkirinê ya dewleta Tirk. Em li vir careke din dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re dubare dikin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku xwedî li Rêber Apo derkevin û li dora berxwedana gerîla bicivin.” Çalakî bi dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Gerîla” bi dawî bû.

DRAGUÎGNAN

Li bajarê Draguignanê jî, li dijî sîstema qirker, êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê bi pêşengiya Ciwanên Kurdistanî yên li Fransayê (CKF) meşek hate lidarxistin. Di çalakiyê de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û xeta xiyanetê ya PDK'ê hatin şermezarkirin. Çalakiyê ji ber La Poste ya Draguignanê destpê kir û heta ber avahiya walîtiyê dewam kir. Girseya gel li ber avahiya walîtiyê ji bo bîranîna şehîdên azadiyê yên Kurdistanê deqeyek rêz girt. Piştre jî Şahîn Wan bi navê CDK-F’ê axivî û got:"Heta ku tecrîda li ser Rêber Apo bê rakirin weke ciwanên Kurd ên li Ewropayê em ê timî li qadan bin."

Şahîn Wan ragihand ku dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê sûcê şer dike û got:"Gel ji cih û warê xwe dike, bendên kontrolê datîne. Ev yek dagirkerî ye. Divê xelkê Başûr rabe ser piyan û helwestê nîşan bide." Şahîn Wan rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn jî bi bîr anî ku 23'ê Tebaxê di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bûn û got:"Bûn meşaleyek wêrekî û berxwedanê ku tarîtî ronî kirin." Piştî daxuyaniya çapemeniyê çalakî bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd Namirin" bi dawî bû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.