Li Dohukê jineke Êzîdî mir

Sêşem 20 Sibat 2024 - 00:29

Hate ragihandin ku cenazeyê jineke Êzîdî ku xelkê Şengalê ye û li kampa Domîze jiyan dikir, li bendava Dihokê hate dîtin. Lê heta niha sedema mirina jina Êzîdî nayê zanîn û ti agahiyên fermî di derbarê bûyerê de nehatine belavkirin. Li gorî agahiyên hatine ragihandin, beriya demek kurt, li bendava Dohukê cenazeyê jinek Êzîdî hate dîtin. Gorî heman agahiyan jina Êzidî xelkê Şengalê ye û piştî êrişa çeteyên DAIŞ’ê koçberî kampa penaberan a Domîze ya li Dohukê bû û li wir jiyan dikir.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.