Li Dohukê di encama êrişek çekdarî de du kes hatin kuştin. Rêveberiya Polîsên Dihokê ragihand, li nêzî Parka Dilşad Mihemed a li Dohukê, du welatî di encama gulebaranê de hatin kuştin. Di daxuyaniyê de ti zanyariyek li ser sedem û nasnameya kesên hatine kuştin nehat belavkirin.

Hat gotin di derbarê bûyerê de dest bi lêkolînê hatiye kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN