Li dîwarê walî nivîsa ‘Pêşî Kurdî’

Pêncşem 1 Tebax 2024 - 01:25

Bi fermana waliyên mêtinger ên Amed, Êlih û Wanê nivîsên ‘Pêşî Peya’’, ‘’Hêdî’’ yên ji bo hişyariya trafîkê hatin jêbirin. Li dijî vê helwesta mêtingerî Parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Oduncu helwest nîşan da û li Êlihê li ser dîwarê Walîtiyê ‘’Pêşî Kurdî, pêşî ziman’’ nivîsî.

Dijî çavneberiya li govend û zimanê Kurdî helwest didomin. Şaredariyan nivîsên Kurdî yên ji bo hişyariya trafîkê ku bi fermana waliyên mêtinger hatibûn jêbirin dîsa dane nivîsandin. 

Piştî Wan û Amedê Waliyê Êlihê jî nivîsên ‘’Pêşî Peya’’ û ‘’Hêdî’’ dabû jêbirin. Li ser vê Parlamentera Êihê ya DEM Partiyê helwest nîşan da.

Pêşî Kurdî, pêşî ziman

Parlameter Zeynep Oduncu li dijî helwesta nîjatperest a Walî, li ser dîwarê Walitiyê ‘’Pêşî Kurdî, pêşî ziman’’ nivîsand.

Zeynep Odûncû li ser dîwarê walitiyê bi boyaxa sprey nivîsa; ‘’Pêşî Kurdî, Pêşî Ziman’’ nivîsand.

Zeynep Odûncû li hemberî jêbirina nivîsên bi Kurdî bi van gotinan nerazîbûnên xwe nîşan da: ‘’Ziman û çanda me bi êrîşan re rû bi rû ye. Zimanê me Kurdî ye, em Kurd in û em ê hemû gavan xwedî li ziman û çanda xwe derkevin. Hûn nikarin çand û zimanê me tune bikin.’’

Bi fermana wezretê

Pêşî li Li Wanê zarokekî 16 salî bi piştevaniya parêzer û polîsên Tirk nivîsên Kurdî texrîb kir û şûna wê “Tirkiye Tirk e, wê Tirk bimîne” nivîsand. 

Derket holê ku ev nivîsên hişyariyê bi fermana Wezareta Karên Hundir tên jêbirin. Walîtiya Wanê di nivîsa ku ji Şaredariya Bajarê Mezin şandî de, bal kişand ser nivîsên ku Wezareta Karên Hundir 26’ê Tîrmehê ji walîtiyan re nivîsandî. Wezaretê di nivîsa xwe de qanûnên Midûriyeta Giştî ya Rêyên Bejahî bi bîr xist û hat xwestin ku nivîs bên jêbirin.

Tîmên rêyên bejahî ji xeynî nivîsên Kurdî, nivîsên hişyariya trafîkê yên bi Tirkî jî jê birin.

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.