Li dinyayê pirtûka pêşî ya çapbûyî

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 7 Îlon 2023 - 18:16

Di sala 1900’î de li eyaleta Gansu ya Çînê keşeyekî Bûdîst deriyê şikefteke mezin kifş dike. Ev şikeft pirr dirêj e û ji 492 şikeftên piçûk pêk tê. Deriyê ku keşe kifş dike deriyekî mohrkirî ye û ji sedsala 11’an ve qet nehatiye vekirin. Di wextê xwe de herêma ku şikeft lê ye, navenda Bûdîstan bûye û bi navê “Mogao” (Bêhempa) tê zanîn.

Her wiha ji ber şikeftan ji wir re “Şikeftên Hezar Bûda” jî hatiye gotin. Di nav gencîneyên ku di şikeftê de pirtûka herî kevnar ya ku pêşî li dinyayê hatiye çapkirin jî hatiye dîtin. Navê vê pirtûkê “Diamond Sutra” (Sûtraya Almast) ye.

Sutraya Almast ji parşomenan pêk tê û ew beriya çapxaneyên Ewrûpayê, bi saya sinehetkariya kevn a Çînî ku weke “çapa li ser textikan” jî tê zanîn, hatiye çapkirin. Li ser bergê pêşî yê pirtûkê fîgûrên şagirtê Bûda yê bi navê Subhûtî û hin kesên ku li bin darekê li hev kombûne, heye. Çapa pêşî ya li ser textikan bi vî awayî ye û metnên di pirtûkê de weke metnên pîroz tên qebûlkirin. Her çiqas metnên bi vî awayî hatibin çapkirin jî ev metnên hane ku li ser pirtûka “Diamond Sûtra” cih digirin metnên herî kevn in.

Li ser pirtûkê dîroka çapê jî heye. Di dawiya pirtûkê de tê gotin, “Wang Jie, ev pirtûk di dema Serweriya Xiantong de, ji bo dê û bavên xwe da çêkirin. Sal 9, meh 4 û roj jî 15.” Li gorî salnameya niha ya li dinyayê tê qebûlkirin, ew 11’ê Gulana sala 868’an hatiye çapkirin. Ji bo ew hazir bibe, bi salan li ser xebitîne û paşê jî di şikefta ku devê wê hatiye mohrkirin de hatiye parastin. Piştî ku di sala 1900’î de pirtûk di şikeftê de hat dîtin, ew ji hêla geştyarekî Ingilîz ê bi navê Sir Aurel Stein ve tê desteserkirin û pirtûk bi vî awayî diçe Ingilîstanê. Pirtûka bi navê “Diamond Sutra” niha li Pirtûkxaneya Brîtanyayê tê parastin û kesên bixwazin dikarin bi aweyekî online nivîsên li ser pirtûkê bixwînin.

LONDON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.