Milîsên Şehîd Besê Anûş ên KBDH'ê û Milîsên Komîteya Kurdistanê ya HBDH'ê ragihandin ku wan li Dîlokê 2 çalakî kirine.
Di daxuyaniya hevpar a herdu tevgeran de hate gotin, "Li navçeya Şehîtkamîl a Dîlokê, di 5'ê Adarê de li taxa 8 Martê, milîsên KBDH û HBDH'ê çalakiyeke hevpar kirin. Di encama çalakiyê de, hêzên polîsan hatin cihê bûyerê û li dijî wan jî bi molotofkokteyl û fîşekên hewayî çalakî hate kirin. Demekê li qadê şer qewimî. Hêzên me piştre bi rengekî ewle ji herêmê çûn."
Hate ragihandin ku çalakiya duyemîn jî 6'ê Adarê li navçeya Gazîkentê ji aliyê Milîsên Şehîd Besê Anûş ên KBDH'ê ve bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hate lidarxistin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di çalakiya li dijî hêzên polîsan de derb li wesayitên zirxtî hate xistin û neçar man ku ji herêmê vekişin. Wesayiteke weşana zindî ya saziya medyaya faşîst hate şewitandin. Milîsên me yên çalakî kirin, piştre bi rengekî ewle ji herêmê çûn."
NAVENDA NÛÇEYAN