Li dijî zilmê berxwedan

Duşem 15 Mijdar 2021 - 23:31

  • Li Hepsa Ûrmiyeyê zext û zordariya li dijî girtiyên jin zêde bû. Girtiyên jin ragihandin ku ew ê ji nû ve dest bi çalakiyan bikin û li ber xwe bidin. 

Li Hepsa Ûrmiyeyê zext û zordariya li dijî girtiyên jin zêde bû. Girtiyên jin ragihandin ku ew ê ji nû ve dest bi çalakiyan bikin û li ber xwe bidin. 

Girtiyên jin ên li Hepsa Ûrmiyeyê ya rejîma heyî ya Îranê li Rojhilatê Kurdistanê, Cotmeha bihurî greva birçîbûnê dabûn destpêkirin. Hingê hêzên dewleta Îranê soz dan girtiyên jin ku ew ê polîtîkayên zordariyê bi dawî bikin. Lê belê hêzên dewleta Îranê ev soza xwe bi cih neanî û hîn 10 roj di ser vê sozê re derbas nebûn ji nû ve dest bi êşkenceyê kirin.

Girtiyên jin got, heger dewleta Îranê dest ji van polîtîkayan bernede, ew ê ji nû ve dest bi çalakiyan bikin.

Daxwazên girtiyan qaşo qebûl kiribûn

Jinên li zindana Ûrmiyeyê ragirtî, Cotmeha bihurî li dijî zexta rêveberiya hepsê rabûbûn. Wan ferza tevlîbûna kûrsan qebûl nekir. Li ser vê yekê axaftina bi telefonê li girtiyan hate qedexekirin û derketina hewşê ji bo hewayê kêm kirin, kirin saetek.

Jinan ev zext şermezar kirin û destpêkê betaniye şewitandin û serî hildan. Rêveberiya hepsê girtiyên serî hildan, xistin hucreyan û gefa êşkence û mirinê li wan xwar. Piştî belavbûna nûçeyan di çapemeniya azad de, rêveberiya hepsê da zanîn ku ew ê şertên girtiyan hemûyan qebûl bike. Li ser vê yekê girtiyên siyasî 22’ê Cotmeha 2021’ê ragihand ku ew serhildanê bi dawî dikin.

Elimîne zilmê dev jê bernadin

Piştî ku serhildan bi dawî bû, hêzên dewleta Îranê di nava 10 rojên dawî de ji nû ve dest bi zext û zordariyê kir û zext, êşkence û kirinên xerab li girtiyên jin kirin. Dema derketina hewşê bi temamî qedexe kirin. Pirraniya girtiyên jin xistin qawîşekê. Hejmara girtiyan a li her qawîşê ku 20 kes bûn, hefteya dawî kirin 40 kes.

Girtiyên jin ragihand, heger pêkanîn dewam bike, ew ê ji nû ve dest bi greva birçîbûnê û çalakiyan bikin.

ANF/ÛRMIYE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.