Li dijî tecrîdê çalakiyên çandî
Şemî 9 Îlon 2023 - 00:03
- Mehmet Ûçar: Pêvajoya tecrîdê ya li Îmraliyê heye. Divê gelê me bi zelalî bizanibe ku, ya li wir tê tecrîd kirin, ne bedenek e. Li wir çanda Kurd jî tê tecrîd kirin. Lewma divê em xwedî li Ocalan derkevin.
OMER ÎBRAHÎMOGLU / MA / STENBOL
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) wê Stenbolê li dijî tecrîda mutleq a li ser Rêber Abdullah Ocalan û polîtîkayên asîmîlasyonê hin çalakiyên çandî li dar bixe.
Kampanya li dijî tecrîdê
Ew ê di çarçoveya xebatan de ji 12 wênesazên li seranserê cîhanê bi nav û deng, wêneyên têkildarî tecrîdê bên xwestin. Ev wêne wê paşê li nêvenga dîjîtal bên belavkirin. Ên beşdarî pêşangehê bibin, di heman demê de wê bibin îmzekarên ji bo rakirina tecrîdê jî.
Projeya arşîva dijîtal a neteweyî
Ji bo dîroka kurdan bigihê nifşên bê, wê "Projeya Arşîva Dijîtal a Neteweyî ya Kurd" bê çêkirin. Di çarçoveya projeyê de wê li çar beşên Kurdistanê berhemên devkî û nivîskî bên komkirin û wê ev dane li nêvenga dîjîtal bên belavkirin.
Di nava çalakiyan de "Salnameya Rojên Girîng" jî heye. Ew ê di vê çarçoveyê de li ser navê Mîr Celadet Alî Bedirxan pêşbaziya helbestan û çîrokan bê lidarxistin.
Ew ê bulteneke tirkî û kurdî ya çandî bê amadekirin. Bulten wê sê mehane be. Di di vê bultenê de bi piştgiriya PENa Kurd helbest, çîrok, karîkatur û wêneyên girtiyan jî hebin. Her wiha ji bo li Stenbolê mala dengbêjan bê avakirin wê hin xebat bên kirin.
Çanda Kurdî tê tecrît kirin
Hevberdevkê Komîsyona Çand û Hunerê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Mehmet Ûçar, têkildarî çalakiyên ku dê bên lidarxistin axivî.
Ûçar bal bire ser girîngiya xebatên çandî û got ku çanda kurdî tê tunekirin. Ûçar anî ziman ku polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirina çandî ji bo çanda kurdî tehlûkeyeke mezin didin der û got ku ji bo tunekirina çanda kurdî "aqilekî dewletê" di dewrê de ye. Ûçar destnîşan kir ku saziyên siyasî û çandî tên çewisandin û qedexekirina çalakiyên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) û girtina hunermendên wekî Emel Çîftçiyê bibîr xist û got; "Pêvajoya tecrîdê ya Îmraliyê heye û divê gelê me bi zelalî zanibe ku yê li wir tê tecrîdkirin ne bedenek e. Li wir bi temamî hebûna çanda kurdî tê tecrîdkirin. Lewma divê em helwesta xwe ya xwedîderketinê bidin der. Tecrîd wekî çoyekî li ser serê çanda kurdî ye jî. Şikandina tecrîdê, wê bike ku xebatên çandî jî bi lez û bez bên kirin."
Ûçar destnîşan kir ku wê ji bo çanda kurdî têbikoşin û ji bo xebatên ku wê bikin bang li her kesî kir:"Her kes dikare bi rihetî di nava van xebatan de cih bigire. Ger cih bigirin, em yeqîn dikin ku wê xebatên me zûtir bigihêjin ber destê gel."