- ''Qedera filma me ji qedera berxwedana Kobanê ne pir cihê ye. Çawa ku Ereb, Tirkmen, Kurd, Tirk, enternasyonal hatin tevlî şerê Kobanê bûn, ji gelek neteweyan sînameger hatin tevlî film bûn. Sînemgerên Kurdistanê, enternasyonal, Ereb û Tirkmen ked dane filma me. Ji bo filma Kobanê piştevaniyeke xurt derkete holê.”
GUNAY AKSOY / KOBANÊ/ANF
Piştî 6 mehan filmek ku behsa berxwedana Kobanê dike, wê were ber sînamehezan. Senaryoya film Medya Doz û Ozlem Yaşar nivîsîne û Komuna Film a Rojava xwe daye ber çêkirina wê. Ozlem Yaşar ku derhênera fim e, derheqa filmê de peyivî.
Ozlem bal kişande ser têkoşîna jinên Kurd a çil salê dawî û got, ''Jinên Kurd xwedî dîrokeke têkoşînê ne. Di film de em li ser vê xebitîn. Em jî parçeyek ji vê têkoşînê ne. Em jin ji van pêvajoyan karîger dibin, ji ber vê jî parçeyek ji vê têkoşînê ne. Karakterên jinên têkoşer navenda filmê me ye.''
‘Wê dewama wê were’
Bi berdewamî Ozlem bal kişande ser berxwedana Kobanê û got, ''Berxwedaniyeke bêhempa derkete holê. Vê kir ku ew daxwaz û ew fikir bi me re çêbibe ku em wê pêvajoyê bikin film. Bi teqezî wê ji romanan re jî bibe mijar. Di sînameyê de, belkî di gelek filman de were nîşandan. Bi teqezî wê dewama wê were. Em bi fikra, em çawa dikarin vê veguhezînin sînameyê bi rê ketin.
‘Rastî û honak di zik hev de’
Kobanê hêviya azadiyê ya gelan bû. Gel herikîn ser vê hêviya azadiyê. Di filma Kobanê de rastî û honaka wê di zik hev de ye. Beriya film me bi sedan şahid re ropartaj kir. Em bi şahidên şer, bi şervanan re, bi gel re axivîn, me guh da bi sedan kesê ku wê demê şer jiyan. Me qeyd kir. Dema ku me senaryoya film nivîsî, em dilsozî çîrokên rastî man. ''
‘Mekan gelek tişt hînî me kirin’
Ozlem têkilî karakterê film got, Gelhat, Zehra (Fermandara YPJ), Ebû Leyla, Masîro karaketerên wan ên serek ne, xasma têkiliya di navbeyna şervanên jin de, têkiliya hevrêtiyê hin sahneyên karîger ên fîlm in.
Yaşar diyar kir wan film li Kobanê girtiye û got, ''Li mekanê ku çîrok lê derbas bûyî me dest neda raçînkê. Me ji bo film setek cihê çênekir. Ev ji bo me girîng bû. Lê raçînek hebû ku bi rêjeyeke zêde diguherî. Ne Kobanê ya beriya şer hebû ne jî Kobanê ya piştî şer. Herêmeke biçûk ji wê pêvajoyê şop li ser hene. Me hewl da mekanên ku çîrok lê derbas bûyî binirxînin. Wan mekanan gelek tişt hînî me kir.''
‘Piştgiriya mezin gel da me’
Ozlem behsa dilgermiya gelê Kobanê ya beramberî filmê jî kir: ''Heke ne ji gelê Kobanê bûye me yê nikarîbûya film bigirta. Gel bi dil û can tevlî pêvajoya film bû'' û wiha domand: ''Dema ku hîn bûn ku filma şer a bajarê wan tê girtin kesekî xwe ji vê neda paş. Lîstikvanên alîkar, gelê ku li wir şer kirî, gelek kesên ku ked dane vî karî di nav film de cihê xwe girtin. Desteka herî mezin gel da me. Di film de ti lîstikvanek ku em karibin jê re profesyonel bibêjin, nîne. Hemû lîstikvanên amator in. Ji karakterên me yên sereke du jê beriya niha tecrûbeya wan a film hebû. Ji xeynî herduyan hemû lîstikvanên din cara pêşî hatin setê.''
‘Piştî 7 mehan film derket’
Ozlem diyar kir di bin êrîşên Tirkiyê de wan film digirt û got, “Wê pêvajoyê jî li ser Kobanê gefen cidî yên dagirkirinê hebûn. Êrîş hatin ser mekanên ku me film lê digirtin. Dema ku li nêzî sînor me hewl da kavilên şopa şer bigirin Tirkiyê li me gule reşand. Ji bilî şer û gefan hêla koronayê dest pê kir. Di nav van hemû astengiyan de pêvajoya girtina film qediya. Pêvajoa girtina film ji ber van hemû pirsgirêkan 7 mehan domand.''
‘Piştevaniyeke xurt hebû’
Ozlem got qedera fîlm dişibe berxwedana Kobanê û wiha pê de çû:''Qedera filma me ji qedera berxwedana Kobanê ne pir cihê ye. Çawa ku Ereb, Tirkmen, Kurd, Tirk, enternasyonal hatin tevlî şerê Kobanê bûn, ji gelek neteweyan sînameger hatin tevlî film bûn. Sînemgerên Kurdistanê, enternasyonal, Ereb û Tirkmen ked dane filma me. Ji bo filma Kobanê piştevaniyeke xurt derkete holê. Her kesî xwest ku tiştekî ji xwe bide film. Ji bo ku film bi rengekî serkeftî were girtin bi israr lê xwedî derketin û bi israra piştevaniyê film hate temamkirin.''
‘Em deyndarê wî ne’
Ozlem diyar kir ji sînameya Yilmaz Gunay û Halîl Dag radibin û got, ''Em bi kirinen xwe dixwazin rêça sînameya Yilmaz Guney û Halîl Dag bidomînin. Bi filma xwe em dixwazin vê rêçê bînin qonaxeke dî. Heke em karibin vê ser bixin, siheta me xweş.''
Ozlem Yaşar Mazdek Ararat ku gelek keda wî di pêvajoya nivîsandina senaryoya film û girtina film de heye, ku sala 2020'an li Kobanê dema haziriya film qezaya trafîkê kir bi bîr anî û got, ''Di vê filmê de keda hevalê me Mazdek pir zêde ye. Bi bawerî û israra wî me ev film girt û qedand. Em deyndarî wî ne.''
Ozlem Yaşar kî ye?
Li navçeya Sasonê ya Êlihê sala 1981'an çêbû. Dibistana seretayî û navîn li wir qedand. Meraqa wê ya li ser sînameyê li lîseyê dest pê kir. Di nav komên şanoyê de cih girt. Ji bo lîstikên şanoyan senaryo nivîsand û rê ve bir. Muzîk, edebiyat, şano û sinameya Kurd ji nêz ve şopand. Tim bi hunerê re jiya. Helbest, çîrok û senaryo nivîsand. Di fîlma ''Dema Jin Hez Bike' de lîst, ku Halîl Dagê ku li çiyayên Kurdistanê derhênerî kirî, film girtibû. Senaryoya filmên kurt nivîsî û girt. Derhêneriya filma Berfîn jî kir, ku SineÇiya sala 2017'an girtibû.