Li dijî qeyûm banga hevgirtinê

Pêncşem 14 Mijdar 2024 - 02:35

  • Berxwedana li dijî tayinkirina qeyûman dewam dike. Di çalakiyên hatin lidarxistin de peyama,"Divê xeta têkoşîna hevpar a li dijî polîtîkaya qeyûm bê berfirehkirin. Heta pêkanînên qeyûm bi dawî bibin wê têkoşîna me bidome" hat dayin. 

Çalakiyên li dijî qeyûmên tayînî şaredariyên Bajarê Mezin ê Mêrdîn, Êlih û Xalfetiya Rihayê hatin kirin li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dewam kirin. Çalakiyan li Mêrdîn, Stenbol, Wan û Xelfetiyê dewam kirin. Emîne Şenyaşar ku bi têkoşîna xwe ya edaletê bûbû sembolek jî, li dijî tayînkirina qeyûm tevli nobeta berxwedanê ya li Xelfetiyê bû. 

 Ji Stenbolê bang kirin

 Di daxuyaniya Rêxistina DEM Partiyê ya Navçeya Bagcilarê ya li dijî qeyûm de hat destnîşankirin ku divê xeta têkoşîna hevpar a li dijî polîtîkaya qeyûm bê berfirehkirin û  hat gotin: "Heta pêkanînên qeyûm bi dawî bibin wê têkoşîna me bidome."

Rêxistina DEM Partiyê ya Navçeya Bagcilarê li dijî qeyûmên tayînî şaredariyên Esenyurt, Mêrdîn, Êlîh û Xelfetiyê li ber avahiyên navçeyê daxuyanî da çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de bê navber dirûşmeyên "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" hatin berzkirin. Li ser navê beşdaran, Hevseroka DEM Partiyê ya Navçeya Bagcilarê Nurten Varlik daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku dê bi berxwedana hevpar bi ser kevin û wihat hat gotin: "Divê xeta têkoşîna hevpar a li dijî polîtîkaya qeyûm bê berfirehkirin. Heta pêkanînên qeyûm bi dawî bibin wê têkoşîna me bidome."

Daxuyanî bi berz kirina dirûşmeyan bi dawî bû. 

Li Şemrexê li dijî qeyûman meş

Çalakiyên li dijî qeyûmên tayînî şaredariyên Bajarê Mezin ê Mêrdîn, Êlih û Xalfetî tên kirin, dewam dikin. Li ser banga DEM Partiyê welatiyên li Şemrexê hatin cem hev û meşek meşaleyî li dar xistin.

Çalakiyên li dijî qeyûmên tayînî şaredariyên Bajarê Mezin ê Mêrdîn, Êlih û Xalfetiyê hatin kirin li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dewam kirin. Li ser banga Partiya DEM Partiyê welatiyên li Şemrexê hatin cem hev û meşek meşaleyî li dar xistin. Girseya ku di nav de parlamenter Kamûran Tanhan, Salîha Aydenîz û Mehmet Rûştû Tiryakî û Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr jî di nav de bûn, heta Qada Şemrexê meşiyan.

Girseyê bê navber dirûşma "Bijî Serok Apo", "Jin jiyan azadî" û "Na ji qeyûm re, rêz li îradeyê re" berz kirin û govend gerandin.

Meş piştî axaftinan bi dawî bû.

Li navçeyên Wanê berteka li dijî qeyûm

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li dijî xespa qeyûman li navçeyên Erdîş, Qelqelî, Elbak, Seray, Miks, Payîzava, Ebex, Westan, Şax û Bêgiriyê yên Wanê daxuyanî dan. 

Di daxuyaniyan de welatiyan banga mezinkirina têkoşîna li dijî tayinkirina qeyûman kirin. Her wiha li dijî qeyûm banga hevgirtinê hat kirin. 

 Emîne Şenyaşar tevli nobetê bû

Berxwedana xelkê Xelfetî ya Rihayê ya li dijî tayînkirina qeyûm didome. Welatiyên navçeyê di saetên zû yên serê sibehê de hatin pêşiya şaredariyê ku ji hêla polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Li cihê nobetê pankarta “Ne qeyûm demokrasî” hate daliqandin. Dayika Emîne Şenyaşar ku bi têkoşîna xwe ya edaletê bûye sembolek, ji Pirsûsê hate Xelfetiyê û tevli nobetê bû. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.