Li dijî qedexeyê li Berline ne

Sêşem 23 Mijdar 2021 - 23:23

  • Ulrich Weber: Bi qedexekirina PKK´ê re, Kurdan weke ku ne rewa bin nîşan didin. Çavên xwe li hewldanên aştiyê digirin. Têkoşîna li dijî qedexekirina PKK´ê têkoşîneke demokrasiyê ye.

REWŞAN DENÎZ 

Qedexekirina PKK ev 28 sal in li Elmanyayê dewam dike. Qedexe şemiya bê wê li paytexta Elmanyayê Berlînê bi çalakiyeke navendî were protestokirin. “Înîsiyatîfa ji bo betalkirina qedexekirina PKK´ê” çalakiyê organîze dike û bêhtirî 50 rêxistinan destekê didinê.  

Înîsiyatîf vê çalakiya navendî bi slogana “Qedexekirina PKK´ê betal bikin, destekê bidin çareseriya siyasî” 27´ê mijdarê li Berlînê li dar dixe. Rêxistinên weke Antifa, Attac, Azadî, BastA, Die Linke, Feminstiche Partei, Interventionistische Linke, Linksjugend, Women Defend Rojava, KON-MED, YXK, JXK´ê jî destekê didin çalakiyê. Bêhtirî 50 sazî û rêxistinên Elman û Kurd destekê didin çalakiyê. 

Înîsiyatîfa ji bo Betalkirina Qedexekirina PKK´ê bihara îsal hat damezrandin. Ji înîsiyatîfê Ulrich Weber bi bîr xist ku wezarî karê hundir a Elmanyayê yê hingê 26´ê Mijdara 1993’yan PKK qedexe kiriye û got, “Ev 28 sal in krîmînalîzekirina Kurdan dewam dike.” Wî got, bi qedexeyê re, li aliyekî Kurd tên krîmînalîzekirin, li aliyê din pêşî li hevdîtinên bi Tevgera Azadiyê ya Kurdan re tê girtin: “Kurdan weke ku ne rewa bin nîşan didin. Çavên xwe li hewldanên aştiyê digirin. Têkoşîna li dijî qedexekirina PKK´ê têkoşîneke demokrasiyê ye.” 

Êdî sebra me nemaye

Ulrich Weber got, ew weke rêxistinên dijberî nijadperestiyê, yên femînîst û demokrat bi hev re 27´ê  Mijdarê li Berlînê meşekê û mîtîngekê li dar dixin û wiha peyivî: “Êdî sebra me nemaye, em xwe ranagirin li desteka dewleta Elman a ji şerê li Kurdistanê re. Em bang li her kesî dikin bila tevlî çalakiya 27´ê Mijdarê ya li Berlînê bibin.”

Peyama ji hikûmeta federal re

Ulrich Weber çalakiyê weke gavake girîng a têkoşîna li dijî qedexekirina PKK´ê dibîne û dibêje, „Heger ji her bajarî mirov baş beşdarî vê çalakiyê bibin, ev ê bibe derfeteke baş da ku em peyameke xurt a li dijî qedexekirina PKK´ê bidin hikûmetê. Û ev derfet her car bi dest nakeve.” 

Wî îşaret bi êrişên dargirkeriyê yên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî kir û wiha bang li raya giştî a Elman jî kir: “Muhim e ku em mil bidin hev. Nabe ku em gelê Kurd tenê bihêlin. 27´ê Mijdarê werin Berlînê.“

Bi otobusan diçin Berlînê

KON-MED´ê jî bi bîr xist ku qedexekirina PKK´ê ev 28 sal in Kurdan li Elmanyayê mexdûr dike û got, “Ji bo ku qedexe betal bibe, divê em tê bikoşin.” KON-MED ji gelek bajaran wê otobosan rake û vê bangê li Kurdan dike, “Em rabin ser piyan, li ber qedexekirina PKK´ê rabin. Em bi dengekî bilind li kolanên Berlînê bixwazin ku qedexekirina PKK´ê bê betalkirin.” 

27´ê Mijdarê xelk wê li Hermannplatzê bicive û ber bi Oranienplatzê bimeşe.

 

RiseUp 4 Rojava: Wezîfeya me ye

RiseUp 4 Rojava got, Elmanya Kurdan bi dozên bi hinceta qedexekirina PKK´ê krîmînalîze dike û wiha dewam kir: “Ev doz û cezayên li Kurdan dibirrin bi temamî siyasî ne. Di çarçoveya vê qedexeyê de gelek al û poster hatin qedexekirin. Tenê yek armanca qedexekirina PKK´ê heye, ew jî bike ku Kurdên sirgûnkirî dev jî têkoşîna xwe ya maf berdin. Weke înternasyonalîstan wezîfeya me ye ku em xwedî li wan kesan derkevin, yên ku li Rojava û Şengalê li ber DAIŞ´ê sekinîn.”

RiseUp 4 Rojava jî bang li xelkê kir da ku 27´ê Mijdarê li Berlînê qedexekirina PKK´ê protesto bike. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.