Li dijî qedexeya PKK'ê beşdarî çalakiyan bibin

Sêşem 17 Mijdar 2020 - 16:30

  • Qedexeya li ser PKK'ê ya li Elmanyayê 27 salan li pey xwe dihêle. KON-MED'ê ji bo çalakiyên roja Şemiyê yên bi armanca bidawîkirina vê qedexeyê, banga tevlîbûnê kir.

Qedexeya li ser PKK'ê ya li Elmanyayê 27 salan li pey xwe dihêle. KON-MED'ê ji bo çalakiyên roja Şemiyê yên bi armanca bidawîkirina vê qedexeyê, banga tevlîbûnê kir.

Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED), têkildarî qedexeya li ser PKK'ê ya li Elmanyayê bi daxuyaniyekê diyar kir ku bi qedexeya li ser PKK'ê mafê jiyanê ku mafê herî bingehîn e ji destê Kurdistaniyên li Ewropayê hatiye standin û gelek nêzîkatiyên neheq li Kurdan hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de işaret bi têkoşîna PKK'ê ya li dijî hovîtiya DAÎŞ'ê û çeteyên dewleta Tirk hate kirin û hate gotin, "Gelên herêmê, bi Pêşengiya jinên Kurd û gelê Kurd DAÎŞ têk bir û li dijî çeteyên Erdogan li Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê bi berxwedana xwe ya bi heybet, dîrokê dinivîsînin. Gelê Kurd ku bi PKK'ê ji nû ve derkete ser dika dîrokê û di sala 43'an a vê têkoşînê de ji her demê bêhtir xurt, bi biryar û bi bawerî dimeşe."

KON-MED'ê destnîşan kir ku PKK bû tevgera gelan, rêya serketina li hemberî zor û zehmetiyan nîşan da û bi gavên ji xwe bawer ber bi şoreşeke hemdem ve dimeşe.”
Di daxuyaniyê de îşaret bi hebûna mîlyonek Kurd li Elmanyayê tê kirin û tê gotin: “Bi polîtîkaya qedexekar û krîmînalîzasyonê ya 27 salan, zêdeyî milyonek Kurdên li

Elmanyayê bi rengekî mezin mexdûr bûne, her wiha demokrasiya Elmanyayê derbeke giran xwariye. Elmanya, ku di şerê dûdirêj ê Kurdistanê de bi salan e çekan dide Tirkiyeyê, bi qedexeya li ser PKK'ê xwest polîtîkaya krîmînalîzasyonê ya li dijî gelê Kurd bigihîne welatên Ewropayê. Ji bo xatirê polîtîkayên razemeniyê û berjewendiyên xwe yên jeostratejîk, di polîtîkayên înkarkirin, îmha û asîmîlekirina Kurdan de hevkarî bi Tirkiyeyê re kir.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.