Li dijî qedexa neheq doza heq

Çarşem 4 Gulan 2022 - 22:18

  • Li Elmanyayê qedexekirina PKK´ê ev 29 sal in dewam dike. Niha li dijî vê qedexeya ku veguherî zilma li dijî Kurdan û mafên wan li Elmanyayê, pêvajoya hiqûqî dest pê dike.

REWŞAN DENİZ

Li Elmanyayê qedexekirina PKK´ê ev 29 sal in dewam dike. Niha li dijî vê qedexeya ku veguherî zilma li dijî Kurdan û mafên wan li Elmanyayê, pêvajoya hiqûqî dest pê dike. Piştî daxuyaniya 11´ê Gulana 2022´yan a li Parlamena Federal a Elman, wê miracaetî wezareta navxweyî bê kirin, da ku qedexe bê betalkirin. Endamê Desteya Rêveber a Komeleya Hiqûqa Navneteweyî û Demokrasiyê (MAF-DAD) Mahmut Şakar got,“Têkoşîna hiqûqî ya li dijî qedexeyê dikeve qonaxeke nû.”

Sala 1993´yan bi biryarnameya Wezîrê Karê Hundir ê hingê Manfred Kanther 26´ê Mijdara 1993´yan li Elmanyayê hatibû qedexekirin. Ev biryar ne hiqûqî bû û bi temamî xwe dispart têkiliyên bi Tirkiyeyê re û hevgirtina di çarçoveya NATO´yê de. Qedexeyê ji hingê ve bi awayekî kolektîf Kurd li Elmanyayê krîmînalîze kirin û têkoşîna wan a azadiyê jî terorîze kir. MAF-DAD dibêje, şert û mercên hingê yên qedexeyê îro bi temamî guherîne, PKK bi ti awayî ji bo ewlehiya hundir a Elmanyayê ne tehlûke ye û xwest qedexe bê bidawîkirin. 

Rêveberên PKK´ê miracaet dikin

MAF-DAD 11´ê Gulanê wê li Meclîsa Federal daxuyaniyekê bide çapemeniyê û derbarê dozê de raya giştî agahdar bike. Parêzerên aliyê miracaetê dike Dr. Lukas Theune û Dr. Peer Stolle ne; tevî wan li ser navê civaka Kurd a krîmînalîzekirî Dîlan Akdoğan, li ser navê MAF-DAD´ê jî Heike Geisweid wê beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bibin.

Endamê Desteya Rêveber a MAF-DAD´ê Mahmut Şakar, ji rojnameya me re got, “Ev hewldan, ez wiha bawer dikim, wê têkoşîna hiqûqî ya li dijî qededxeyê bixe qonaxeke nû.”

Êdî biryar a Wezareta Karên Hundir e

Li ser birêveçûna pêvajoyê jî Şakar got, “Ji ber ku qedexekirina PKK´ê biryareke îdarî ye, serê pêşî wê miracaet li Wezareta Karê Hundir bê kirin. Ji wezaretê wê bê xwestin ku giştînameya qedexekirina PKK´ê betal bike. Heger wezaret vê daxwazê red bike, li dijî wezaretê doz wê bê vekirin. Hingê jî wê pêvajoya hiqûqî dest pê bike. ”

Doza li Dîwana Edaletê

Piştî ku Elmanyayê PKK qedexe kir, Yekîtiya Ewrûpayê sala 2002´yan PKK xiste “lîsteya rêxistinên terorîst”. Li dijî vê lîsteyê, li Dîwana Edaletê ya Ewrûpayê ya li Luksemburgê, têkoşîneke hiqûqî bi rê ve diçe. Rêveberên PKK´ê Murat Karayılan û Duran Kalkan bi rêya parêzerên xwe li vir li ber lîsteyê rabûne. Rûniştina herî dawî ya dozê 31´ê Adara îsal bû çav li rê ye encam di nava 7 mehan de bê eşkerekirin. 

Şakar ji bo encama muhtemel a vê dozê jî dibêje, “Biryara Dîwana Edaletê ya Ewrûpayê divê li ser Elmanyayê jî ferz be. Elmanya divê êdî PKK´ê weke rêxistineke derveyî Elmanyayê ya terorîst nebîne. Berxwedaneke çekdarî ya bêhtirî 40 salan heye, şer heye. Dozên gelê Kurd ên maf, nasname û ziman hene; rastiya dewleteke kolonyalîst a ku pêşî li van doz û mafan digire heye. Elmanya divê êdî dawiyê li vê qedexeya 29 salan bîne.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.