Li dijî piçûkxistinê greva mamosteyan

Duşem 9 Gulan 2022 - 22:30

  • Eskender Lutfî û Mesûd Nîkxwa, û her wiha li hember bêrêzî û sivikayetiya li hemberî mamosteyan, girev kir.

Yekşema bihurî, mamosteyên Merîwanê piştî bangeşeya Encûmena Sinfî ya Mamosteyên Kurdistan-Merîwanê, ji bo piştevaniya Eskender Lutfî û Mesûd Nîkxwa, û her wiha li hember bêrêzî û sivikayetiya li hemberî mamosteyan, girev kir.

Li gorî gotina çavkaniyeke agahdar, tevî gefxwarin û givaşên navendên ewlehiyê, mamosteyên bajarê Merîwanê bi mebesta piştevaniya Eskender Lutfî û Mesûd Nîkxwa ji endamên heyeta birêveberiya Encûmena Sinfî ya Mamosteyên Kurdistan-Merîwan, û her wiha nîşandana nerazîbûna xwe derheq sivikayetîkirina li miqabilî mamosteyan de grev kirin.

Heman çavkaniyê da zanîn ku roja duşemê jî mamoste wê ji bo piştevaniya herdu mamosteyên ku hêzên rejîmê ew kirine nezaretê, mamosteyên Merîwanê li pêş deriyê îdareya Perwerde û Hînkariya bajêr kom bûn.

Rejîma Îranê her du mamoste beriya bi hefteyekê girtibûn û heqaret jî li wan kiribû.

1´ê Gulanê Îtalaeta Pasdaran bi ser malên du mamosteyan de girtibû û ew biribûn navenda xwe ya Sineyê.

SINE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.