- Êzîdiyên li Elmanyayê xwe ji çalakiyan li ber sefaretxaneyên dewletan ên li Berlînê re amade dikin, da ku peymana li dijî Şengalê ya Hewlêr û bexdayê protesto bikin.
Saziyên Êzîdiyan ên li Ewropayê, li dijî peymana Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê wê çalakiyeke şermezarkirinê li dar bixin.
Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan (NAV-YÊK); Sîwana Meclîsên Jinên Êzîdî (SMJÊ), Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD), Yekîtiya Êzidiyên Sûriyeyê (YÊS), Hevgirtina Ciwanên Êzîdî (HCÊ), Navenda Çanda Êzidxanê (NÇÊ), Koordînasyona Meclîsên Gundên Êzidiyan ên Bakurê Kurdistanê (KMGÊBK) daxuyaniyeke hevpar dan û diyar kirin ku li dijî peymana Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê wê li ber avahiya parlamenta federal a li paytexta Elmanya Berlînê çalakiyeke şermezarkirinê li dar bixin.
Di daxuyaniya têkildar de hate gotin, "Ji 15’ê Cotmehê û pê ve bi navê saziyên Êzidiyan em li ber Parlamenta Elmanyayê û sefaretxaneyên bilind ên dewletên bi bandor dest bi çalakiya nobeda protestoyî (Mahnwache) dikin. Ev peymana xiyanetê ya ku di navbera hikumetên Bexda û Hewlêrê de destpêka meha Cotmehê di şexsê Şengalê de li dijî Êzidiyan hemûyan hate kirin, destnîşankirina sûcên qirikrinê yên her du aliyên navborî ye.
Bi navê rêxistinên Êzîdî yên li Ewropayê wê li pêşiya Brandenbûrgertor a li Berlînê ji 15’ê Cotmehê û pê ve di navbera saet 10:00 û 15:00 de em dest bi nobeda şermezarkirinê dikin. Bang li civaka xwe, gelê xwe û hêzên demokratîk hemûyan dikin ku piştgiriya çalakiya me bikin." NAVENDA NÛÇEYAN