Nijadperestiya Tirk pêr li Altindaga Enqerê berê xwe da penaberên ji Sûrî. Dikan hatin talankirin, mal hatin kevirkirin, li xelkê hat xistin û penaber ji deverê hatin derxistin. Di encamê de zarok jî di navê de gelek kes birîndar bûn. Polêsên Tirk jî herî dawî li şûna ku êrişan asteng bikin bi otobusan penaber ji deverê derxistin. 

Desteya Rêveber a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li ser êrişa nijadperestî ya li Altindag a Enqereyê ya li dijî koçberan, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de HDK´ê got, "Polîtîkayên durû yên li hemberî koçberan têne meşandin, encama polîtîkayên şerê dagirker ê desthilatdariyê ye. Em; alîgirên ked, demokrasî û aştiyê, hem ji dîroka cîhanê hem jî ji ya welatê xwe baş dizanin ku desthilatdariyên ku girseyên gel bêkar, birçî û bêewlehî dihêlin, ji bo muxalefet û nerazîbûna li hemberî xwe bêdeng bikin, mîna her carê 'yê ne ji xwe' afirandine. Ev 'yê ne ji xwe' ku di dema şewata daristanan de Kurd bûn, niha jî bûne koçberên Sûriyeyî."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hewldana pogromê ji desthilatdariyê cuda nîne. Her kesê ku hewl dide sûdê ji vê atmosfera dijminatiyê werbigire, wê di bin vê rêveçûna metirsîdar de bimîne.

Em ê destûrê nedin ku Ewrûpa û desthilatdariya AKP-MHP'ê di ser gelên Rojhilata Navîn re hêzê bi dest bixin.
Em bang li rayedaran dikin da ku tavilê tevdîran bigirin, berpirsyaran eşkere bikin û dawî li vê rêveçûna metirsîdar bînin.

Em, polîtîkayên we yên împeryal ên durû ku gelan berdidin hev teşhîr dikin, di serî de xelkê Altindagê, em bang li gelên Tirkiyeyê hemûyan dikin ku xwe ji sorkirinên dijminane û nijadperestiyê vegirin.

Berpirsyarê rewşa me ne gelên ji birçîbûn û şer reviyane. Em zanin ku hewldanên bi vî rengî yên nijadperestiyê tenê faşîzmê xwedî dikin."

ENQERE