Li dijî PDK´ê rojiya mirinê
Duşem 6 Îlon 2021 - 23:59
Aktîvîstên mafên mirovan ku zêdeyî salekê ji aliyê PDK’ê ve hatine girtin, di rûniştina duyemîn a dozê de ragihandin ku wan dest bi rojiya mirinê kiriye.
Aktîvîst Mesûd Elî Hacî, Bendewar Eyub, Karger Ebas Elî û Şêrwan Teha Emîn Hezîrana 2020’an ji aliyê PDK’ê ve hatibûn girtin.
Rûniştina duyemîn a doza dadgehkirina van aktîvîstan li Dadgeha Hewlêrê pêk hat. Bi hinceta guhertina serokê dadgehê, rûniştina dozê ji bo demeke pêş hate taloqkirin.
Aktîvîstan bi rêya parêzerên xwe daxuyaniyek da û diyar kir ku bi daxwaza dadgehkirina adil wan dest bi rojiya mirinê kiriye.
Parêzer Beşdar Hesen diyar kir ku mafê bingehîn ê girtiyan tê astengkirin. Beşdar Hesen anî ziman ku destûr nayê dayîn aktîvîst bi malbatên xwe re jî hevdîtinê bikin û ji bo şermezarkirina kiryarên li wan têne kirin û biryara dadgehê, wan dest bi rojiya mirinê kiriye.
Nûnerê Tîma Lihevanînê a Xiristiyan (CPT) ku navenda wê li Silêmaniyeyê ye Kameran Osman jî got, “Akîvîst sûcdar jî bin, mafê wan ê qanûnî ye ku karibin malbat û parêzerên xwe bibînin.”
Kameran Osman got, “Ev kiryar neqanûnî ye. Hikûmeta Kurdistanê ya Federe û Dadgeha Temyîzê divê dosyayê lêbikolin û aktîvîstan berdin.”
HEWLÊR