Aktivist û nûçegihanên jin ji bo 3 endamên RJAK'ê yên ku PDK'ê ew revandine, kampanyaya îmzeyan da destpêkirin.
Ji bo endam û rêveberên Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK), ji aliyê komek aktivîstên jin û rojnamevanan ve kampanyayeke îmzeyan hate destpêkirin. Banga tevlîbûnê li her kesî hatekirin.
Ji bo salvegera 7'an a fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, şandeyeke Rêxistina Jinên Azad yên Kurdistanê (RJAK), çûbûn serdana Şengalê. Endamên şandeyê ku ji meclîsa RJAK’ê Xewla Mihemed Hesen û Ciwana Ebdulbaqî, endama RJAK’ê Seyran Ehmed Hesen pêk tê, dema ji Şengalê vedigeriyan, di ketina Hewlêrê de hêzên PDK'ê ew revandin.
Ev yanzdeh roj in kesek nizane bê ka endamên RJAK'ê li kû ne, çi bi serê wan hatiye.
Li ser navê koma aktivîst û rojnamevanan, daxwaznameyak ji bo Desteya Mafê Mirovan ya Parlamena Herêma Kurdistanê, Desteya Bilind a Kar û Barê Jinan, raya giştî û aliyên pewendîdar hemûyan hate şandin û belavkirin.
Di daxwaznameyê de tê gotin; “Em ji bo azadiya 3 aktivîstên jin ên RJAK’ê kampanyayeke îmzeyan didin destpêkirin. Her kesê ku xwe berpirs dibîne û li dijî tundûtujiyê disekine, bila binê vê daxwaznameyê îmzeya xwe deyne. RJAK rêxistinek fermî ye û ji bo hişyariya jinan û civakê kar dike. RJAK li dijî tundûtujî, kuştina jinan û li dijî dagirkeriyê, ji bo civakeke azad û demokrat kar dike.”
NAVENDA NÛÇEYAN