Li dijî PDK´ê 52 rojên nobetê

Çarşem 24 Mijdar 2021 - 23:28

  • Nobeta Meclisa Dayikên Aştiyê li Deriyê Sînor ê Sêmalka di roja 52'yan de dewam dike. 

Nobeta Meclisa Dayikên Aştiyê li Deriyê Sînor ê Sêmalka di roja 52'yan de dewam dike. 

Hêzen çekdar ên ser bi PDK´ê di 28-29'ê Tebaxê de li herêma Xelîfan kemîn danîbûn pêşiya gerîlayên HPG'ê û di kemînê de 5 gerîla şehîd kiribûn. Ji koma hefte kesî gerîlayek bi birîndarî filitî û xwe gihand hevalên xwe. Wî da zanîn ku gerîlyek jî birîndar dîl hatiye girtin. PDK ev 89 roj in ku cenazeyan nade malbatên wan. 

Li ser vê Dayikên Aştiyê û malbatên Nesrîn Temîr (YJA STAR) û Yûsif Îbrahîm (HPG) li deriyê sînor kon vedabûn û dest bi nobetê kiribûn. Nobet di roja 52'yê de dewam dike.  

Tevahiyê rojê ji bo nobetê xelk ji deverên cihê yên Rojava diçin serdana çalakgeran. Dayik bi israr in ku heta girtina cezayên zarokên xwe nobeta xwe bidomînin.

DÊRIK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.