Li dijî PDK’ê 51 roj in nobetê digirin

Sêşem 23 Mijdar 2021 - 23:15

  • Nobeta Meclisa Dayikên Aştiyê li Deriyê Sînor ê Sêmalka di roja 51’ê de didome. 

Nobeta Meclisa Dayikên Aştiyê li Deriyê Sînor ê Sêmalka di roja 51’ê de didome. 

Hêzen çekdar ên ser bi PDK´ê di 28-29’ê Tebaxê de li herêma Xelîfan kemîn danîbûn pêşiya gerîlayên HPG’ê. Di kemînê de 5 gerîla şehîd bûbûn. Gerîlayekî  birîndar ji kemînê xelas bûbû, da bû zanîn ku gerîlayekî din jî birîndar ketiye destê wan çekdaran. Hêzên PDK’ê cenazeyên gerîlayên şehîd desteser kirin û ev 88 roj in cenazeyan nade malbatên wan. 

Malbat ji bajarê Qamişloyê ji bo girtina cenazeyên gerîlayan çûbûn Deriyê Sînor ê Sêmalka û xwestibûn derbasî Başûrê Kurdistanê bibin. Hêzên PDK’ê malbat asteng kirin. Li ser vê astengkirinê Dayikên Aştiyê û malbatên gerîlaya YJA STARê Nesrîn Temîr û malbata gerîlayê HPG´ê Yûsif Îbrahîm, li deriyê sînor kon vedabûn û dest bi çalakiya nobetê kiribûn. Nobet di roja 51’ê de dewam dike. 

Dayik bi israr in ku heta girtina cezayên zarokên xwe, nobeta xwe bidomînin.

DÊRIK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.